Li xizmên xwe yên 24 sal in hatin windakirin digerin

  • 09:14 22 Gulan 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya Li dijî Windayên Binçavan, de têkoşîna 24 salan vegotin û diyar kirin ku têkoşîna wan ya bi 7 kesî dest pêkiriye wê heta dawî berdewam dike. Dayikan da zanîn ku yekane derdê wan dîtina zarokên wan e û gotin heta aqûbeta zarokên xwe hîn nekin wê dest ji têkoşînê bernedin.
 
Li Tirkiyeyê polîtîkaya di bin çavkirinê de windakirin piştî darbeya 12’ê îlonê 1980’ê şûnde pêş ket. Di salên 1990’î de jî windakirina di bin çavan de wek polîtîkaya dewletê hat bikaranîn. Ji ber vê ÎHD’ê di 1992’an de kampanyayek ‘bila winda bên dîtin’ dan destpêkirin. Di 1995’an de Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hatin windakirin. 58 roj şûnde bendewanên li goristana bêkesan hat dîtin.
 
Di 1995’an de kampanya ‘bila winda bidawî bin’ bi Dayikê Şemiyê re cara duyem pêk hat. Yekem car di 27’ê gulanê de li ber Galatasarayê komeke ji 15-20 kesî pêk dihat çalakiya runiştinê pêk anî û ji wê rojê têkoşîna dayikan heta îro didome.
 
‘Me bi 7 kesî dest pê kir’
 
Dayika Huseyîn Toraman yê di 1991’ê de di bin çavan de hat windakirin, Hatîce Toraman, yek ji dayikên ku ewil tevlî çalakiyê bûye. Hatîceyê diyar kir ku piştî kurê wê winda bûye tevlî çaliyê bûye û got wan bi 7 kesî biryar rûniştina li qada Galatasarayê daye û wiha pê de çû: “Piştre bi sedan kes hatin. Em rûdiniştin yên dihatin û diçûn me mêze dikirin. Kesî tiştek nedigot. Me jî vedigot. Me digot ‘dewletê zarokên me winda kirine, em li zarokên xwe digerin’. Yên em dîtin hatin.”
 
‘Me serî netewand’
 
Hatîceyê daxuyakirin ku Qada Galatasarayê ji wan xwedî wateyek mezin e û ev tişt bi lêv kir: “Ji wir cuda cihekî ku em biçin tune. Me êş û derdê xwe li wir anî ziman. Dema me dest bi çalakiriyê kir, êrîşê me kirin, bi porê me girtin û kaşkirin. Bi çopan li me xistin. Em dibirin qerekolan. Heqeret li me dikirin. Dijûn dikirin. Me serî netewand. Me berdewam kir. Dewlet dibêje ‘lênegerin, şerma me dernexin holê’. Em tenê li zarokên xwe digerin. Sûcekî me tune. Em ê heta dawî jî lêbigerin.”
 
Jina bi navê Gulşah Talaç ku xizmên wê yên winda tune, gelek dayikên kesên winda nas dike û ji bo wan têdikoşe. Gulşahê da zanîn ku ji bo aqûbeta cîranê xwe Hasan Ocak hîn bibin têdikoşin û got: “Em çûn ber her derî. Em çûn her derê. Li ku dayikek bigirî ez li wir digirîm. Me li Qada Galatasarayê dest pê kir. Piştre rakirina Kadikoyê. Em dîsa çûn Galatasarayê. Armaca ev bû ku êdî winda tunebin. 26 sal in em têdikoşin. Zext û şîdeta li hemberê me pêk hat, lê em tu carî nerawestiyan.”