Rahşan a di greva birçîbûnê de ye, tenê di hucreyê de tê girtin
- 09:10 22 Gulan 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Girtiya bi navê Rahşan Aydin di hucreya yek kesî de greva xwe ya birçîbûnê didomîne. Xizmên wê diyar kirin ku divê refakata wê hebe û wiha got: “Di pêvajoya dawî de hevdîtinên Abdullah Ocalan erênî dibîne. Rahşan dibêje ew li gorî kesî biryarê nadin, wê biryara xwe bidin û agahiya ji Îmraliyê bê ji bo wan girîng e.”
Rahşan Aydin ya ji 26’ê Kanûna 2018’an heta niha li girtîgeha Jinan a Hejmara 1'an a Şakranê di greva birçîbûnê de ye, bi hinceta cezayê wê yê muebetê hatiye erêkirin, di hucreya yek kesî de greva xwe didomîne. Rahşan di roja 148’emîn a çalakiya xwe de ye. Ji bo refakatê biçe cem Rahşanê û bi hevalên xwe re li koguşê bimîne serî li îdareya girtîgehê û wezareta dadê hat xistin lê hîna bersiv ji bo serlêdanê nehatiye dayîn.
Bavê wê Osman Aydin û xwişka wê Zelal Aydin, diyar kirin ku moralê Rahşanê gelek baş e lê ji ber ku bi tena serê xwe dimîne, bi fikar in, divê demildest serlêdanên wan bê bersivandin.
Zelalê destnîşan kir ku ji ber di hucreyê de dimîne lênerîna wê jî zehmet e û ji ber vê ew bi fikar in û wiha got: “Ev rewş tê wateya ku zirarên mayînde lê bimîne. Em naxwazin Rahşan tenê bimîne. Heta dikarin bila me mijûl bikin lê em dest ji berxwedanê bernadin. Di roja 148’emîn a grevê de ye lê moralê wê baş bû. Wê moral da me. Dixwaze tecrîd rabe. Dixwaze em piştgiriyê bidin wan.”
‘Heta tecrîd ranebe wê grev neqede’
Bavê wê Osman Aydin jî destnîşan kir ku di 15’ê Gulanê de tansiyonê Rahşanê bilind bûye, êşa serê wê zêde bûye û rakirine nexweşxaneyê lê dermankirin red kiriye û şûnde anîne. Osman wiha pê de çû: “Divê demildest daxwaza girtiyan bê cih. Divê demildest pêngav bê avêtin û zarokên me vegerin rewşa xwa ya berê. Rewşa wan her diçe xera dibe. Girtî ji îdareyê tiştekî bixwazin hemû pêk nayên. Vîtamînên wan 2-3 rojan carê tên dayîn. Cilên wan nîvco didinê. Pirtûk, kovar û rojname ev 3 mehe bi sînor tê dayîn. Radyo hatin komkirin. Rahşan dibêje ‘Em bi canê xwe têdikoşin lê hûn li derve bêdeng in’. Hevdîtinên Abdullah Ocalan yên dawî erênî dibîne. Lê dibêje ew li gorî kesî biryarê nadin ew wê biryara xwe bidin û agahiya ji Îmraliyê bê ji bo wan esas e."