Jina Kurd a Êzidî: DAÎŞ'ê jiyan li me kir zindan

  • 09:02 22 Gulan 2019
  • Rojane
Nûpelda Tekoşîn
 
ŞENGAL - Dilwîn Qasim Îbrahîm a ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin û hevjînê wê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin, da zanîn ku tiştên DAÎŞ'ê kirine derveyî mirovahiyê ne û wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê jiyana gelek mirovan reş kirin. Her rengê zilim û zordestiyê li dijî mirovan bi kar anîn. Ez niha gelek bextewar im ku ji destên wan hatim rizgarkirin."
 
Di 3'e Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran jinên Kurdên Êzidî revandin. Jina Kurd a Êzidî ya bi navê Dilwîn Qasim a 28 salî û xwediyê 6 zarokan ji aliyê QSD'ê ve li Baxozê hat rizgarkirin. Dilwîna ji Gundê Til Qeseb ê Şengalê û zarokekî wê di encama bombebaranê jiyana xwe ji dest wiha got:"Di encama zilam DAÎŞ'ê de hevjînê min hat kuştin û min û zarokên min gelek êş kişand. Ji aliyê QSD'ê ve hatim rizgarkirin. Hêvî dikim ku hemû Êzidiyên dîlgirtî bê rizgarkirin."
 
'DAÎŞ'ê jiyan li me kir zindan'
 
Dilwînê bi lêv kir ku herî zêde zarokên wê di bin bandora çeteyan de mane û wiha got:"Ez ji Gundê Til Qeseb a Şengalê me. Dema DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir em hemû malbat ketin destên çeteyan. Hevjînê min ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat kuştin. Dema dîl ketim 6 zarokên min hebûn. Kurê min Hesen beriya me ji destê çeteyan rizgar bû. Yek kurê min jî bi lêdana balafiran mir. Berî fermanê ez û malbata xwe em bextewar bûn. Piştî fermana 2014’an em belav bûn. Çeteyên DAÎŞ'ê jiyan li me kir zindan. Me navê DAÎŞ'ê dema erîşî Şengalê kir bihîst. Gelek kesî digotin gorî tê gotin nînin. Pirsgirêka wan bi me re nîne. Lê ne wiha bû. Roja DAÎŞ ket Şengalê me xwest xwe xelas bike. Me berê xwe da Çiyayê Şengalê û nêzî du saetan em meşiyan lê derdora me girtin. Di navbera Solax û Şengalê de em hatin girtin. Dema em hatin girtin mêr û jin cuda kirin. Me birin Badoş û Tileferê. Piştî vê me birin Reqayê." 
 
'Çarşefa reş li me dikirin'
 
Dilwînê diyar kir ku dema wê cara yekem DAÎŞ dîtiye gelek tirsiyaye û wiha dewam kir:"Dema çeteyên DAÎŞ'ê me girt em pir giriyan û em qêriyan. Tirsek gelek mezin ket nav dilê me. Lê me nikaribû tiştekî bike. Jin û keçikên biçûk xistibûn meqereyan. DAÎŞ dihat ji xwera digirt û dibirin. Hinekan  jî wek diyarî didan hevdû. Zarokên min li gel min bûn heta niha jî li gel min in.  Mala ku min birin Ereb bûn ji ber min Erebî nizabû min nikaribû bipirsim. Gelek lêdan û zilm min dît. Min bi zorê ferî Kuranê kirin. Dema em derdiketin derve çarşefa reş li me dikirin." 
 
'Ez dixwazim DAÎŞ'yên hatine girtin bên darizandin û cezayên xwe bikşînin'
 
Dilwînê herî dawî wiha got:"Dema cara yekem ez bi telefonê bi malbata xwe re axivîm gelek kêfxweş bûm. Ez niha gelek kefxweş im û baş im ku ez û zarokên xwe ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûne. Ez dixwazim DAÎŞ'yên hatine girtin bên darizandin û cezayên xwe bikşînin."