ROJEVA 22'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 22 Gulan 2019
- Rojev
*Seroka Desteya Jinê Rûken Ehmed derbarê bûyerên qetilkirina jinê û asta têkoşîna wan de nirxandin kir. Rûkenê diyar kir ku ji bo ku hişmendiya bi salan tê meşandin û zext li ser jinan tê kirin were guhertin, pêwîstî bi têkoşînek mezintir heye. DÎMEN HEYE
*Dilwîn Qasim Îbrahîm a ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin û hevjînê wê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin, da zanîn ku tiştên DAÎŞ'ê kirine derveyî mirovahiyê ne û wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê jiyana gelek mirovan reş kirin. Her rengê zilim û zordestiyê li dijî mirovan bi kar anîn. Ez niha gelek bextewar im ku ji destên wan hatim rizgarkirin." DÎMEN HEYE
*Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde bi hezaran welatiyên li Efrînê li Şehbayê bi cih bûn û niha li wir berxwedana xwe didomînin. Jina bi navê H.E ya ku li Efrînê bûye şahidê gelek tiştan û niha li Şehbayê dimîne wiha got:"Her pêkanînên dijmirovî piştî êrîşên dewleta tirk û çeteyan şûnde li Efrînê hat kirin. Li Efrînê jiyan wekî dojehê bû."
*Girtiya bi navê Rahşan Aydin di hucreya yek kesî de greva xwe ya birçîbûnê didomîne. Xizmên wê diyar kirin ku divê refakata wê hebe û wiha got: “Di pêvajoya dawî de hevdîtinên Abdullah Ocalan erênî dibîne. Rahşan dibêje ew li gorî kesî biryarê nadin, wê biryara xwe bidin û agahiya ji Îmraliyê bê ji bo wan girîng e.” DÎMEN HEYE
* Di hilbijartinên herêmî de yek ji şaredariyên ku ji destê qeyûm hatiye girtin ya Stewrê ya Mêrdînê ye û di bin navê paçê zarokan, çîkolata, çay, şekir, paste, çerez de ji bo fîrmaya Elîf Çeyîz 189 hezar û 405 TL, ji Dogru Mobîlya jî 148 hezar û 76 TL pere hatiye dayîn.
*Nevîn Yildirim ya ku li dijî mêrê êrîşa zayendî lê pêk anî, parastina cewherî kir û mêr kuşt, 7 sal in girtî tê darizandin. Nevîn Yildirim bi lêv kir ku li şûna di pêvajoya darazê xwe vebêje, gelek pirsgirêkan dijî û ev peyam da jinan: “Bila jin bawer bikin ku dikarin jiyana xwe ava bikin. Bila hinekan ji bo xwe wek kesên wan xilas dikin nebînin. Bila tehma jiyanê derxînin û kêfxweş bijîn.”
* Derhêner Amal Ramsîs, ya ku ji berxwedana Leyla Guven bi bandor bûye wiha got: “Di axa Rojhilata Navîn de şer, dagirkerî û koçberî bi tu awayî kêm nebûye, li vir tenê jin dikare çîrokan berhevbike û bihûne. Ez ê her tim berxwedana jinê raxim pêş çavan.”
DÎMEN HEYE
*Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li girtîgehan li dijî rakirina tecrîtê hatiye destpêkirin di asta xeter de ye. Malbatên girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne bang li herkesî kirin ku xwedî li berxwedanê derbikevin û gotin ku ew ê ala berxwedanê bilind bikin.
DÎMEN HEYE
*Dayikên Şemiyê di Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya Li dijî Windayên Binçavan, de têkoşîna 24 salan vegotin û diyar kirin ku têkoşîna wan ya bi 7 kesî dest pêkiriye wê heta dawî berdewam dike. Dayikan da zanîn ku yekane derdê wan dîtina zarokên wan e û gotin heta aqûbeta zarokên xwe hîn nekin wê dest ji têkoşînê bernedin. DÎMEN HEYE
*Dayika girtiyê bi navê Zahîr Baran ê ji 1’ê Adarê de li girtîgeha Panosê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û wiha got: “Kurê min ev rê tercîh kiriye. Armanca min ev e, ez ê têbikoşim. Ne malbata xwe, axa xwe difikirî. Em bi kurê xwe serbilind in. Em ê xwedî li daxwaz û çalakiya wî derkevin.”
* Kujerê parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar yê li Êlihê di 1993’an de di encama suîkastekê de hat qetilkirin, endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz yê bi bultena sor lêgerîna wî hebû û hat girtin, di mehên borî de ji nûve biryara darizandina wî hat dayîn û hat tahliyekirin. Hevjîna wî Cîhan Sînar diyar kir ku wê têkoşîna hiqûqê bidomînin.
*Dayikên ku parka Koşuyolu li wan hat qedexekirin, tevî hemû astengiyan ji bo zarokên wan bijîn berxwe didin. Xizal Yildirim diyar kir her ku zarokên wan berxwe bidin wê ew jî berxwe bidin û got kurê wê Mehmet Yildirim 108 roj in di greva birçîbûnê de ye û her wiha di sala 2011’an de jî li girtîgeha Tîpa D ya Amedê li dijî tecrîdê bedena xwe daye ber agir, di 8 salan de 4 caran ketiye greva birçîbûnê.
DÎMEN HEYE
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Erol diyar kir ku li pişt bûyera ku dema qeyûm de polîs Ercan U. yê wek midûr peywir dikir de û fihûş li jinek xebatkar kiriye kesên din jî hene û wiha got: “Em ê heta dawî şopdarê pêvajoyê bin. Li pişt vê bûyerê tenê kesek tune ye.”
DÎMEN HEYE