Dayikên girtiyan ên li Edeneyê: Edî bes e!
- 16:45 21 Gulan 2019
- Rojane
EDENE - Dayikên girtiyan li Edeneyê çalakiya xwe ya rûniştinê li gel dorpêça polîsan hat lidarxistin. Dayikan di çalakiyê de diyar kirin ku bila kes êdî negirî û êdî bes e."
Li Edeneyê dayikên girtiyan ji bo greva birçîbûnê û rojiya mirinê di roja 12'yemîn de li Parqa Îsmet Înonuyê li hev kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, rêveberên HDP'ê û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan çalakiya dayikan.
Bi hatina dayikan re, polîsan dora dayikan dorpêç kir. Li gel vê yekê jî dayikan çalakiya li dar xist. Dayika Vesîla Ûlaş bal kişand ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û ev tişt got: "Hin çalakger êdî xwîn divereşin. Heyfa ewqas mirovan nîne? Bila bersiv ji daxwazên dayikan re bê dayîn. Hê li benda çi ne. Paldankên xwe difikirin. Kurê min ji 120 kîloyî daketiye 53 kîloyan. Em êdî mirinê naxwazin. Bila kes êdî negirî. Dema em mirina leşkeran jî dibihîzin kezeba me dişewite. Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e."
Çalakiya dayikên girtiyan bi dirûşmeya “Bijî berwedana zindanan” bi dawî bû.