Dayikên li Amedê 21 roj in li qadan li ber xwe didin
- 16:30 21 Gulan 2019
- Rojane
AMED - 21 roj in dayikên girtiyan li gel astengiyan çalakiya xwe ya rûniştinê pêk tînin. Dayikan piştî çalakiya rûniştinê bi meşê berê xwe dan TUAY-DER'ê.
21 roj in Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Dayikên girtiyan ji bo çalakiya piştgiriya girtiyên ku di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li avahiya Fabrîkaya Ard ya li hemberî Parka Koşuyoluyê kom dibin. 21 roj in dayikên girtiyan li gel astengia polîsan, bi tilîlî û çepikan çalakiya xwe ya rûniştinê li dar dixin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farîsogullari, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Dayikan piştî çalakiyê li gel astengiya polîsan bi meşê berê xwe da avahiya Komeleya Piştewaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER). Di dema meşê de welatiyên derdorê jî bi çepîk û tilîliyan piştgirî da çalakiya dayikan. Li ber avahiya TUAY-DER'ê parlamenter Meral Daniş Beştaş daxuyanî da.
Meral, bal kişand ser berxwedana dayikan û wiha got: "Aştî dê bi saya dayikan pêk bê. Çalakiya dayikan îro jî bi astengiya polîsan re rû bi rû ma û bi din dorpêça polîsan de çalakî pêk hat. Her wiha pişgiriya mêr û ciwanan jî hat astengkirin. Her wiha astengkirina çapemeniyê jî nayê qebûlkirin."
Meral, qala greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê Wezareda Dadê çi hewce be wî tiştî bike. Dibêjîn qedexe rabûye. Heke wisa be bila parêzer biçin Îmraliyê. Ev bêbawerî ne tenê îro bi sala ne pêk tê. Divê tecrîd ji holê bê rakirin."
Çalakiya dayikan bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.