Li Gebzeyê Malbatan derbarê polîsan de serlêdana sûc kir

  • 15:34 21 Gulan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên Girtiyan ên ku duh ji ber Girtîgeha Gebzeyê hatin derbkirin û li wesayitan hatin siwarkirin, derbarê polîsan de serlêdana sûc kirin. 
 
Malbatên Girtiyan ku xwestin balê bikişînin ser xizmên xwe yên girtî ku li dijî tecrîdê di gereva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Jinan çalakî li darxistin û ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê bi zoarê li wesayitan hatin siwarkirin, derbarê polîsan de serlêdana sûc kirin.   Malbatên ku xwestin serlêdana sûc bikin bi rapora derbkirinê ku ji nexweşxaneyê girtin û di nav wan de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî hebû çûn Edliyeya Gebzeyê. Malbatan li Edliyeyê daxwaznameya ku amade kiribûn dan Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê û OHD'ê jî xwest ku li ber edliyeyê daxuyaniyê bide. 
 
Ji malbatan bertek
 
Malbatên ku bertek nîşanî qedexeya daxuyaniyê ya li ber edliyeyê dan wiha gotin: "Ev şerma walîtiyê ye. Destûrê nadin ku daxuyaniyek jî bê dayîn."
 
Li gel hemû îtîrazan parêzez û malbat ji ber edliyeyê hatin dûrxixtin, parlamentera HDP'ê Ayşe Suruc ya ku bi tena xwe li ber edliyê ma daxuyanî da. 
 
Ayşe bi bîr xist ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 195 roj e di grevê de ye û wiha got: "Xizmên girtiyan 42 roj in li ber Girtîgeha Gebzeyê daxwazên xwe tînin ziman. Ji ber ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, malbat ji jiyana zarokên xwe bi gûman in û naxwazin ku zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin."
 
'Em ê mafê xwe bixwazin'
 
Ayşe anî ziman ku ew ê li gel malabtan cih bigirin  û wiha berdewam kir: "Wê ev zim wiha neçe. Bêyî ku parlamenteriya me li ber çav bigirin heqaret kirin .Em ê heta dawiyê li pey mafên xwe bin. Ji ber wê em îro li vir derbarê rayedaran de serlêdana sûc dikin."
 
Ayşe herî dawî bang li Wezrîê Dadê kir ku li daxuyaniya xwe ya ku got tecrîd bi dawî bûye xwedî derê.