Dayikên di nobetê de ne çûn serdana komeleyan

  • 15:27 21 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne di roja 8'emîn de li Enqereyê bi sazî û komeleyên sivîl re hevdîtinan pêk tînin û daxwazên xwe tînin ziman.  
 
Dayikan ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne 8 roj in li Enqereyê di nav hewldanan de ne. Çalakiya rûniştinê ya dayikan li meclîsê hat destpêkirin û niha jî li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. Dayikan di roja 8'emîn de saziyî û komeleyên sivîl ziyaret kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Heyeta ku ji 4 dayikan pêk tê çû serdana Mazlûm- Der, Federasyona Komeleya Elewî yên Demokratîk (DAD), Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal û Federasyona Elewî Bektaşî. 
 
Dayikan di serdanên saziyî û komeleyan de daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku rewşa girtiyan hatiye asta krîtîk, divê demildest gav bên avêtin. Heyeta ku di nav de sekretera DAD'ê Aslihan Han heyî dayikan pêşwazî kir. Li vir ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û diyar kir ku dibê ku hejmara girtiyên ku bikevin rojiya mirinê zêdetir bibin. Nezahat da zanîn ku niha dibê ku em agahiyên mirina girtiyan jî bigirin û wiha got: "Em naxwazin li malên xwe rûnin û em bi hêvî ne ku dê li Îmraliyê agahiyek bê û çalakiya girtiyan bi dawî bibin."
 
Aslihan di serdana dayikan de axivî û wiha got: "Qedera me wek hevin. Sed sal beriya niha li Kerbelayê li hemberî baweriya Elewiyan zextek dijwar pêk hat. Paşeroja me dişibe hev û eşa me hevpar e. Dayikên me jî dilşewat bûn. Niha li girtîgehan greva birçîbûnê û rojiya mirinê heye. Me zarokên xwe bi rihetî mezin nekirin. Em naxwazin zirarek bê zarokên me. Niha ji bo qanûnên heyî pêk bên di çalakiyê de nin. Li dijî mirinan divê tecrîd bê rakirin. Rondikên dayikan wekhevin. Min ev êş li gel Dayikên Aştiyê û li gel Dayikên Sêwasê dît. Dayik tu carî dev jî berxwedana xwe bernadin."
 
Dayikan piştre berê xwe dan Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal û Federasyona Elewî Bektaşî, li vir jî dayikan banga bi hestiyariyê kirin.