OHD: Kur bi awayê hevkar tên cezakirin
- 15:00 21 Gulan 2019
- Rojane
AMED - OHD'ê deraberê kesên li Xelfetiyê hatin îşkencekirin de got; "Ev cezakirina kurdan a bi hevkarî ye."
Komeleya Hiqûqnên Azadîxwaz (OHD), derbarê îşkenceya li Xelfetiyê ku li wlatiyan hat kirin de bertek nîşan da û îşkencveya hat kirin şermezar kir. Di Daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî pevçûna di 17'ê Gulanê de tê îdakirin li taxa Dêrgilê, gundên derdora wê operasyon hatiye kirin, di encmê de gelek kes hatine binçavkirin û ev tişt hat gotin: "Du malabt hatine binçavkirin û birina şaxa TEM'ê. Welatiyên ku hatine binçavkirin li şaxa TEMÊ'ê bi îşkenceyeke giran re rûbirû hatine hiştin, li gel ku qedexeya hevîdtina bi parêzeran re bi dawî bûye jî polîsan bi hinceta 'cenazeyê me heye2 destûr nedane ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û parêzer negirtine şûbeyê.
Hatiye tespîtkirin ku welatiyên piştî şevî din saet di 21.00'an de destûr ji wan re hatiye dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, gelekên wan nikaribûn biaxivin, axaftina tirkî li muwekîl û parêzeran hatiye ferzkirin û em bi gûmanin ku îşkenceya tê kirin berdewam dike. Parêzerên ku dixwazin bi muwekîlên xwe re hevdtînê bikin jî ji wan wekalet tê xwestin, ji parêzeran şopa tiliyê û kontrola tendirûstiyê tê xwestin û bi vê hincetê parzer tên rawestandin, di vê naberê de jî li gel parêzerên CMK'ê îfadeya mexdûrên îşkenceyê tê girtin. Rêveberiya Baroya Rihayê û Serokê wê derbarê mijarê de bi dozger re axivîn lê hîna tu encam negirtine."
'Cezakrina bi hevkarî'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxitin ku li şaxa TEM'ê hemû maf hatine binpêkirin, binpêkirinên kêfî ku tên kirin berdewam dikin û bi awayê hevkar li Gelê Kurd îşkence tê kirin.
DI daxuyaniya OHD'ê de bang li CPT'ê jî hat kirin û ev tişt hat gotin: "Wezareta Dadê a ku bi gotina ji îşkenceyê re 0 tolerans pesnê xwe dide em bang li rayedarên wan ên dadmend dikin ku erka xwe bi cih bînin û ji bo ku qanûnên xwe pêk bînin CPT zextê li wan bike."