Li Wanê malbatên girtiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn
- 14:56 21 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê îro jî çalakiya rûniştinê pêk anîn û wiha gotin dê bi çalakiyên xwe bibin dengê girtiyan.
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliye hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ve greva birçîbûnê hat destpêkirin di roja 195'an de berdewam dike. Piştî Leylayê bi heman daxwazê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê bi tevlîbûna bi hezaran girtiyên siyasî greva birçîbûnê hat destpêkirin û niha 30 girtiyan jî di rojiya mirinê de ne. Li her deverên Tirkiyeyê û herêmê, malbatên girtiyan ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin li qadan dibin dengê xizmên xwe. Li Parka Mîllî Egemenlîkê ya Wanê jî bi pêşengiya malbatên girtiyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi tevlîbûna parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, hevserokên HDP, DBP'ê yên Wanê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
'Aştî dê bi destê dayikan bê avakirin'
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya axivî û diyar kir ku ew ê her roj li parkê çalakiya rûniştinê pêk bînin û bibin dengê girtiyan. Zekiye bang li dayikên din kir û wiha got:“Em wekî dayikên girtiyan û dayikên aştiyê em ê her roj li vir bi çalakiya runiştinê bibin dengê zarokên xwe. Em ban li hemû dayikan dikîn ku bila bên piştgiriyê bidin me. Aştî dê bi destê dayikan bê avakirin. Em ji kuştin û girtinan natirsîn em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û ji bo aştiyê têbikoşîn. Em ê her roj li vê parkê çalakiya rûniştinê pêk bînîn.”
Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana zindanan" û “Leyla Guven rûmeta me ye” bi dawî bû.