Baroya Mêrdînê qetilkirina parêzer Muzeyyenê şermezar kir

  • 14:45 21 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Parêzerên endamên Baroya Mêrdînê qetilkirina hempîşeya xwe Muzeyyen Boylu bi daxuyaniyeke şermezar kirin. 
 
Endamên Komîsyona Hiqûqê ya Baroya Mêrdînê qetilkirina parêzer Muzeyyen Boylu li ber edliyeyê bi daxuyaniyeke şermezar kirin. Gelek parêze tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê parêzeran berdevka komîsyonê parêzer Rûşen Bîngul Bînbaş axivî û diyar kir ku bi qetilkirina Muzeyyenê mirov asta şîdeta li hemberî jinê dibîne. 
 
Rûşen di axaftina xwe de bal kişand ser newekheviya zayendî a di nava civakê û wiha axivî: "Ev cînayet asta newekheviya zayendî ya di nav civakê de ya li hemberî jinê nîşan dide. Dema mijar bibe qetilkirina jinê, asta perwerdeyê, asta aboriyê û asta civakî ne girîng e. Zêdebûna hejmara qetilkirina jinê nîşan dide ku di pergala heyî de gelek xeletî hene. Rayedar li dijî şîdeta li hemberî jinê binkeftiye. Pergal jinê naparêze û ji bo parastina jinê tedbîr nagirin. Ev rastiyeke ji holê ye."
 
Rûşen şîdeta li hemberî jinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî şîdeta li hemberî jinê divê rayedar tedbîr bigirin û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Sedemên şîdeta li hemberî jinê ne tenê dozên hevberdanê û nafaka ne. Sedema şîdetê ji newekheviya zayendî ya di nav civakê de pêk tê, her wiha jin wekî ferdeke azad nayê nirxandin. Tenê di nav malê de wekî hevjîn, dayik û xwîşk tên dîtin û ev tişt jî ji zîhniyeta heyî pêk tê."