Konferansa HDP’ê ya jinan a herêmî hate lidarxistin
- 14:16 21 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Ji aliyê meclîsa jinan a HDP’ê ve konferansa Jinan a heremî hat lidarxistin.
Bi tevlîbûna Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, hevşaredarên jin, rêxistinên HDP, DBP’ê yên navend û navçeyan bi dirûşma ‘Ji bo azadiyê, em rêxistina xwe mezin dikîn’ konferansa jinan ya herêmî li KESK’ê hate lidarxistin.
‘Berxwedana jinên kurd ji cîhanê re bûye modelek nû’
Di konferansê de parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan axivî. Muazezê diyar kir ku ew ê xwe bi rêxistin bikin û bi rihê Leylayan li dijî pergalê li ber xwe bidin û wiha axivî;” Ji sala 1924 heta niha li dîjî kurdan bi awayekê sîstematîk polîtikayên qirkirinê tên meşandin. Li dijî van polîtîkayan têkoşîna Gelê Kurd jî berdewam kiriye. Rêxistinbûyina jinên kurd û têkoşîna jinên kurd li Tirkiyeyê û cîhanê gavên girîng derbarê mafên jinan de dane avêtin. Berxwedana jinên kurd ji cîhanê re bûye modelek nû. Niha ji têkoşîna jinan rêxistinbûna jinan wekî mînak tê dîtin û ev têkoşîn niha gihiştiye asteke herî serkeftî. Bi têkoşînan jinên kurd re li Tirkiyeyê guhertineke mezin pêk hatiye û di vê pêvajoyê de jinan rol û mîsyona xwe pêk anîne.”
‘Tu hêz nikare têkoşîna jinan têk bibe’
Muazzezê bal kişand ser grevên birçîbûnê û di vê pêvajoyê de rola jinan û wiha dom kir;” Bi salane welat ji aliyê hişmendiya mêr ve tê rêve birin. Lê pêşengiya pêvajoyên dîrokî her tim jinan kirîne. Îktîdaran her tim li ser bedena jinan hebûna xwe berdewam kirine. Bi nenaskirina nasnameya jinê û tunehesibandina hebûna jinê serdestiya xwe afirandine. Lê li dijî van polîtikayan jinan di dîrokê de heta niha li ber xwe dane. Di dîrokê de li dijî vê pergalê Leyla Qasiman, Zîlanan, Rosayan li berxwe dane û niha jî Leyla Guven li ber xwe dide. Ji bo rakirina tecrîdê û ji bo jiyaneke nû Leyla Guven bedena xwe kiriye mertal û 195 rojin li ber xwe dide. Tu hêz nikare têkoşîna jinan têk bibe. Em ji îro li vir kom bûne. Sedema kombûna me ji hêzkirina rêxistina tevgera têkoşîna jinê. Em dikarîn ji vê demê şûnde çi bikîn, em ê vê bi nirxandin û pêşniyaran aşkere bikîn.”