Li Ebexê 18 kes hatin binçavkirin
- 10:48 21 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Polisan li navçeya Ebexê ya Wanê bi ser gelek malan de girt û di navde Hevşaredara Ebexê Leyla Atsak a ji ber KHK'ê mazbata wê nedan wê jî heye, 18 kes binçav kirin.
Polîsan li Navçeya Ebexê ya Wanê hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina mahan de 18 kes binçavkirn. Di nava 18 kesên hatin binçavkirin de Hevşaredara Ebexê Leyla Atsak a bi hinceta KHK'î ye mazbata wê nedan wê jî heye. Sedema operasyonê nehat hînbûn. Kesen di operasyonê de hatin binçavkirin û navên wan hatin hînbûn, wiha ne: Leyla Atsak, M. Sıddık Moraner, Halil û Kerem Koç, Suleyman Kaya, Hulya Kaya, Nacî Utaş, Zeynal Keleş, Salih Candeger, Naci Dorak, Şeref Temel, Nuri Kizilaslan."