9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê hatin dûrxistin
- 10:46 21 Gulan 2019
- Rojane
BEDLÎS - Li Tetwanê ji nav 14 endamên meclîsa şaredariyê, 9 kes ji peywirê hatin dûrxistin.
Di hilbijartina 31’ê Adarê de AKP’ê bi ferqeke biçûk şaredariya Tetwanê bi dest xistibû. Di hilbijartinê de 14 kes li ser navê HDP’ê û 11 kes jî li ser navê AKP’ê hatibûn hilbijartin. Ji ber ku di meclîsê de endamên HDP’ê zêdetir bûn, duh bi hinceta ku li ser wan lêpirsîn hene, 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê hatin dûrxistin. Hat diyar kirin ku bi daxwaza Walîtîya Bedlîsê Wezareta Karên Hindûrîn ji kar hatine bi dûrxistin.
Serap Çakmak Genç, Diyar Orak, Sûat Yetîşkîn, Ahmet Sagniç, Îsa Taş, Şukru Aydemîr, Nedîm Turemîş, Çetîn Yilmaz û Selamî Karahan ji endamtiya meclîsa şaredariyê hatin dûrxistin.