Berxwedana Mexmûrê bi biryarî didome
- 10:39 21 Gulan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva bîrçîbûnê ya bê dem û bi dorveger bi hemû biryardariya xwe didome. Çalakiya koma 52’an dewrî koma 53’an hat kirin.
Ji bo bi dawîkirina tecirîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengitiya Leyla Guven çalakiyên girevên birçîbûnê yên bêdem bêdorveger hatibûn destpêkirin. Ji 16'ê kanûna 2018'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî dest bi çalakiyên gireva birîçîbûnê yên bêdem û dorveger kiribûn. Herçendî ku wezîrê dewleta Tirk daxuyani dabe û gotiye tecrîd rabûye lê belê gelê Wargehê hetani ku tecrîd bi temamî ranebe wê çalakiyên xwe dewam bikin. Îro koma 52'an çalakî dewirî koma 53’an kir. Berî koma 53’an çalakiyê dewr bigire ji bo tekoşerên azadiyê deqek rêz hat girtin.
Li ser navê koma 52’an Hewar Gabar axivî û got: “Bi navê koma 52’emîn em dibêjin hûn bi xêr hatin. Ger bi hezaran ciwan ji bo gelê xwe yê bin dest canê xwer bide ber mirinê, ev tê wateyê ev gel azad e û ji her kesê azadtir e. Niha em ji her demî bêhtir nêzî azadi û serkeftinê ne. Em vê serkeftinê li pêşengên ku canê xwe dane ber mirinê, û hemû gelê xwe yê kurd pîroz dikin. Serkeftinê ji koma 53’emîn re dixazim û ev serkeftin li me pîroz be.”
Dewirgirtin bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’,’Bijî berxwedana zindanan’, ‘ Şehîd namire’ bi dawî bû.