Şêwekarî nexşeya jinê û şîrovekirina wê ye

  • 10:15 21 Gulan 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Jinên şêwekar yên ku beşdarî pêşengeha şêwekariyê a li Qamişloyê bûne hest û şîrovekirinên xwe di derbarê xebatê xwe de anîn ziman û dibêjin: "Şêwekarî nexşeya jinê û şîrovekirina wê ye. Her tabloyek çîrokek cuda ji me re vedibêje û rastiye civaka me dide nasîn."
 
Pêşengeha Rojava ya duyemîn a Hunera şêwekariyê ji aliyê Desteya Çandê ve bi dirûşmeya "Vîna welatê zeyîtûnan ji terora we bi hêztir e" li Kantona Qamişlo hat lidarxistin. Ev pêşengeh gelek şêwekar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de bejdar bûn. Ji du  salan carekê li herêmekê tê li darxistin, têde şêwekar tabloyên xwe pêşkêş dikin. Her tabloyek çîrokekê şîrove dike û tişta herî balkêş ku ev tablo piraniya xwe kesayeta jin şîrove dike, girêdayî mijarê jinên şêwekar yên ku beşdarî vê pêşengehê bûne hest û nerînên xwe derbarê beşdarbûna xwe tînin ziman. "
 
'Bi şêwekariyê em bedewbûna jin û jiyanê pêşkêş dikin'
 
Jina şêwekar Ahîn Omer ew jî bi tabloya xwe beşdarî vê pêşengehê dibe û wiha dibêje: "Wekî cara yekem em jî wek jinên kurd bi rengê xwe yê jin tabloyên xwe xêz dikin. Di nava xebatê şêwekariyê de gelek tiştên cuda hene her tabloyek çîrokekê ji me re vedibêje, ji bo wê jî em çiqas dikarin bi rengên cuda êşa gel, kêfxweşiya wan, bedewiya jin û xweşikbûna xwezayê ji temeşevanê xwe re pêşkêş dikin ev pir muhim e."
 
'Jina şêwekar rastiya jina azad  di tabloya xwe de dinexişîne' 
   
Ahînê bal kişand ser rastiya jinê û wiha got: "Wekî mirovên şêwekar ji xwe em dizanin  berî niha xêzkirina şêweyan di civaka me de pir lewaz dima, ji ber mirov nikarîbû bi rengekî azad wî hestê xwe di hundirê tabloyê de bide şîrove kirin, pergalên deshilatdar wisa lêkiribûn ku heyanî heset qedexebû, ji ber ev tiştên wiha civakê tehrîş dike bi taybet ji bo jin wekî em dizanin jin her ji mafê xwe mehrûm mabû û wekî tiştekî şerm lê dihat mêze kirin. Ji bo ku em wekî jin bikarin dîsa rastiya jin û keda wê  bi civaka xwe bidin danasîn pêwîst e di riya şêwekariyê de em vê yekê bidin pêş. Jina şêwekar rastiya jina azad  di tabloya xwe de dinexişîne. 
 
'Di riya şêwekariyê de em rastiya civaka xwe didin nasîn' 
 
Şêwekara bi navê  Hêve Ismail di nava xebatê xwe yê şêwekariyê de qala zaraviyên sazkirina tabloyan kir û dibêje divê mejî û hest yek be di sazkirina wêneyê de û wiha got: "Dibe gelek caran mirov nikaribe bi ziman civaka xwe bide nasîn, ji xwe em dizanin gelek rêbazên danasînê hene şêwekarî jî beşek girîng e hestê mirovan şîrove dike. Di nava xebatê şêwekariyê de divê mejî û hest yek be, gelek tişt hene mirov dikare derbixe pêş. Mînakên wê jî tekoşîna jin di jiyanê de, keda dayîkê û qehremaniya jinê tişta herî balkêş di vê pêşengihê de ew e ku hemû tabloyên me li ser jine û ev hemû  jî îro bi tiliyên jinê tên sazkirin. Ji bo wê em di riya şêwekariyê de rastiya civaka xwe didin nasîn."