Malbat tevî dorpêçkirina polîsan daketin Qada Esenyurtê
- 09:26 21 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Dayikên girtiyan ên ku ev 24 roj in li Esenyurtê tevî dorpêçkirina polîsan çalakiya nobetê pêk tîni wiha gotin:"Heta ku zarokên me di grevê de bin em ê her li qadan bin."
Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne ji bo bibin dengê zarokên xwe ev roja 24'an e ku li Qada Esenyurtê çalakiya nobetê pêk tînin. Dayikan dîsa di dorpêçkirina polîsan de çalakiya xwe pêk anîn. Dayikên girtiyan ên ku li avahiya HDP'ê ya Esenyurtê hatin gel hevdu derbasî Qada Esenyurtê bûn. Di demek kurt de polîsan dayik dorpêç kirin. Welatiyên ku ji bo piştgiriya dayikan hatin jî ji kontrola GBT'ê derbas bûn.
Polîsan tehdît kirin
Polîs bûn asteng ku welatî rojnameger dîmenên çalakiyan bikişînin û qerta çapemeniyê û nasnameyên rojnameyan girtin û ew di GBT'ê de derbas kirin. Polîsan telefonê welatiyan ji wan girtin dîmenên wan jê bir û bi gotinên "Hûn ê bi aqilê xwe yê biçûk lîstikan bi me bilîzin. Niha bisekinin hûn ê bibînin" tehdît kirin.
Piştî karê GBT'ê qediya şûnde dayik derbasî avahiya HDP'ê ya Esenyurtê bûn û dawî li çalakiya xwe anîn.
'Xwe ji me mezintir dibînin'
Piştî çalakiyê Hazal Çakan li avahiya HDP'ê got:"Min dema di televiyonê temaşe dikir êdî min hew îdare kir û ji bo piştgiriyê ez jî hatim. Divê hemû mirov rêzê li hember dayikên ku zarokên wan birçîne bigirin. Polîs bi dayikan çi dikin û çi nakin. Divê êdî destên xwe dînin ser wicdanê xwe. Heta ku derê ye mirin? Guneh e heyf e. Xwe ji me mezintir dibînin. Wiha here dê Tirkiye xera bibe. Li cîhanê gelek ziman hene lê ew zimanê Kurdî qebûl jî nakin. Zarokên me nikarin li kuçe, dibistanan bi Kurdî biaxivin. Kesên ku vê zilmê dikin ji xwe re dibêjin misliman. Divê ev înkar bi dawî bibe. Dê heta ku derê bidome?"
'Xwedê heqê dayikan nehêle'
Hazal Taş a ku zarokê wê ji 1'ê Adarê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Bila mafê dayikên ku li erdê tê kaşkirin û derbkirin nemînin. Xwedê heqê dayikan nehêle. Bila tecrîd bi dawî bibe. Heta ku zarokên me di grevê de bin em ê her li qadan bin."