‘Erdogan nikare bi birçîbûnê îradeya me bişkîne’

  • 09:22 21 Gulan 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Girtiyê bi navê Ramazan Tanriverdî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neket greva birçîbûnê lê refakatiya girtiyên di grevê de dike. 
 
Hevjîna wî Hanim Tanriverdî, diyar kir ku cîhan dizane, Erdogan dizane, bi birçîbûnê îradeya wan nayê şikandin û got: “Bi mirin, girtin û şîdetê Kurd naqedin. Dawiya her şerî aşti ye, bila êdî aştî hebe.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 195’an de berdewam dike. Ji 1’ê Adarê de jî li hemû girtîgehan ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiya xwe didomînin. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê.
 
Li girtîgeha Tîpa T ya Amedê girtiyê bi navê Ramazan Tanriverdî jî ji girtiyan re refakatiyê dike. Ramazan 27 sale di girtîgehê de ye û ji ber nexweş bû nikaribû bikeve grevê.
 
Hevjîna wî Hanim Tanriverdî daxuyakirin ku Ramazan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neketiye grevê û ev tişt bi lêv kir: “Ramazan du caran ji mîda xwe emeliyat bû. Carekê ji dilê xwe emeliyat bûye. Hevalan gotiye hêza te tune tu nekevê. Niha ew têr e, rewşa wî baş e. Moralê hevalên di grevê de baş e. Lê bedena wan roj bi roj dihele. Hewcedariya gelek hevalan nayên cih. Ava bi şekir jî nadin wan. Cîhan dizane, Erdogan jî dizane, ev birçîbûn îradeyê naşkîne. Bila êdî mirin tunebin. Ev zilm heta ku derê. Wê zext û zora li ser Kurdan bidome. Her dayikê zarokên xwe bi xizanî û tunebûnê mezin kir. Bêguman zarokên me bêyî sedem neketine grevê. Ew mafên xwe dixwazin.”
 
‘Tiştek bi ciwanan bê wê kî hesab bide’
 
Hanimê balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got tecrîd tenê li ser Ocalan pêk nayê û got ew 27 sale li ber deriyên girtîgehan e, tecrîdê pir baş dizane. Hanimê balkişand ser rewşa girtiyên di grevê de jî û bi lêv kir ku ger giştek bi ciwanan bê wê kî hesabê vê bide û Kurdên piştgiriyê didin Erdogan jî hevkarê vê zilmê ye.