Li navenda Berfînê hunera jinên ciwan
- 09:20 21 Gulan 2019
- Rojane
Lîloz Hemzo / Necah Maîş
HESEKÊ - Li navenda Ş.Berfîn ya taxa Salihiyê jinên ciwan bi hev re dixebitin û ji hev hêzê digirin.
Navenda Ş.Berfîn a jinên ciwan ya Salihiyê a bajarê Hesekê di sala 2017’an de hatiye vekirin û perwerdeyên Qursên weke; Kombiyûter, dirûnxane, hemşîre, zimanê İngilîzî û kafûr tê dayîn. Navenda Ş.Berfîn him jî semîner di derbarê zewaca temenê biçûk didin jinên ciwan.
Ev navend ji bo ku jinên ciwan bêhtir serbixwe bixebitin ji bo ku di pêşerojê de bibin xwedîpîşe girîng in.
Rêveberiya giştî ya navenda Ş.Berfîn, Zeyneb Haco got ku ev navend ji bo ku fikrê jinên ciwan berfireh bibe girîng in û wiha berdewam kir: “Ev navend di sala 2017’an de hatiye vekirin armanca me ev e ku jinên ciwan bêhtir serbixwe bixebitin û fikrê wan berfireh bikin. Perwerdeyên me her du heyvan yek bi dawî dibe weke şahiyekê em ji wan re çê dikin û her yek li gorî asta wan bawername tê dayîn.”
‘Jinên ciwan ji xebata bi hev re hêz digirin’
Zeyneb destnîşan kir ku ji temenê 18-35’an tevlî navendê dibin û wiha got: “Ev navend hiştiye ku xwestekê jinên ciwan bêtir ji kar re çêbibe. Ji temenê 18-35’an dikarin tevlî navenda Ş.Berfîn bibin. Ji ber ku jin bi hev re dixebitin pir moral digirin û bêhtir hevdu nas dikin.”
Jina ciwan ya bi navê Rîham Xazî Xelef di beşê kombiyûter de dixebite di derbarê kar û ancama ji kar girtiye nêrînên xwe anî ziman û wiha qal kir: “Tevlîbûna min ji navenda Ş.Berfîn ew e ku ez di her milî de xwe li pêş bixim û mejiyê min tijî agahî bibe. Dema ku min li dibistanên rêjîmê dixwend me fêrî tiştekî nedikirin lê dema ez tevlî navendê bûm tiştê ku min nizanî bû jî min fêrî wê kirin.”
Rîham bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî kar û xebatê bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir.
‘Navenda Berfînê ji hemû jinên ciwan re vekiriye’
Jina ciwan a bi navê Ebîr Said Elî di derbarê karê xwe de qal kir bê çawa kar diçe û çi sûd jê girtiye û wiha got: “Berê ez nikarîbûm tevlî kar bibim û xwe fêr bikim, lê hêdî hêdî ez tevlî navenda Ş.Berfîn bûm û ez fêrî gelek tiştan bûm û mejiyê min tijî agahî dibe. Di heman demê de me fêrî waneyan dike û di pêşerojê de ji me re dibe çavkanî.”
Ebîr di dawiya axaftina xwe de got: “Ez bi hêvî me ku jinên ciwan tevlî navendê bibin û di mal de nemînin.”