Li Qelqeliyê projeyên îstîhdama jinê ji nû ve zindî dibin

  • 09:14 21 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Projeyên şaredariya DBP’î ya Qelqeliyê di 2015’an de ji bo îstîhdama jinan xistibû jiyanê, bi hatina qeyûman re sekinîbûn û niha bi HDP’ê re dîsa zindî dibe.
 
Şaredariya DBP’ê ya Qelqeliyê di çarçoveya projeyên îstîhdamê de di 2015’an de li ser erdê 6 hezar û 955 metrekareyî sera çîlegan û li ser 255 metrekareyî jî di du serayên girtî de fêkî çand. 20 jin tê de dixebitin û hewcedariya  fêkî  çareser dikirin. 
 
Lê piştî ku qeyûm di 11’ê îlona 2016’an de hat, serayan jî nisîbê xwe girtin. Qeyûm tabelaya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan daxist û dawî li karê gelek jinan anî. 
 
Lê niha bi şaredariya HDP’ê re proje ji nû ve dikevin jiyanê.
 
‘Karê me hilberîn e’
 
Hevşaredar Dîlan Ogrencî, di saetên zû yên sibehê de bi jinan re çû ser erdan û serayan û şitil çand û sera ji bo çandina  fêkî  amade kir.
Asiye Kiliç ya di dema şaredariya DBP’ê de ketibû kar û demek dirêj di serayan û erdan de ked dabû, got piştî şaredarî hatine girtin dîsa vegeryaye û got: “Piştî em hatin me li erdê xwe mêze kir. Jin ji hilberînê fêm dikin. Mêr fêm nakin. Me berê li vir îsot, bacan, xiyar, firingî diçinî. Me fêkiyên  xwe difirot. Hatina me ji wir zêde bû. Min li ser van erdan gelek ked da. Niha ştil rizyane. Em ê ji nû ve hilberîna xwe bikin.
 
Hevşaredar Dîlan jî bi lêv kir ku armanca wan ev e ku serbixwebûna aboriya jinê bidin qezenckirin û got ji cihê ku hevalên wan hiştine wê berdewam bikin.