Dayika Gurbet Ektîren: Keça min her roj li ber çavê min dihele

  • 09:13 21 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Gurbet Ektîren ku piştî hat tahliyekirin jî li mala xwe greva birçîbûnê didomîne di roja 127’ê çalakiya xwe de ye. Dayika wê Rekiya Ektîren ku li malê bi keça xwe re eleqeder dibe, diyar kir ku keça wê her roj li ber çavên wê dihele û wiha got: “Dayikên din li derve ez li hundir berxwe didim.” Gurbetê jî da zanîn ku heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya xwe bi dawî neke.
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin didomin. Her wiha 30 girtî jî grevên xwe veguhertin rojiya mirinê. Girtiyên di vê pêvajoyê de hatin tahliyekirin jî li malên xwe didomînin. Gurbet Ektîren di 15’ê Çile de li girtîgeha Bakirkoyê dest bi grevê kir û di 8’ê Adarêde hat tahliyekirin, niha çalakiya xwe li mala xwe ya li Şemrex a Mêrdînê didomîne.
 
Rekiyayê got keça wê li ber çavên wê dihele û got kurê wê jî li Stenbolê di girtîgehê de di grevê de ye û got ew naxwazin dayik bigirîn û wiha got: “Di vê pêvajoyê de dîsa bi dayik û Kurdan dibe. Bi mirinê tiştek çareser nabe. Bila kezeba dayikan zêde neşewite. Divê ji bo çareseriyê pêngav bê avêtin. Keça min Gurbet li vir dihele. Em li vir nikarin xwarinê bixwin. Du zarokên min birçîne. Gelo ev ne kezeb e?”
 
‘Berxwedana dayikan dibe moral’
 
Gurbet ya di roja 127’emîn çalakiya xwe de jî bi lêv kir ku ew ji peyamên ji girtîgehê tên û ji ber berxwedana dayikan a li qadan moralek mezin digire û wiha got: “Armanca çalakiya me ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ez jî li girtîgeha Bakirkoyê mam. Ez 52 rojan li wir di grevê de mam. Piştî derketim li mala xwe didomînin. Lê ji ber ez hatim xemgîn bûm. Ji ber vê min çalakiya xwe jî li mala xwe berdewam kir. Heta tecrîd neyê şikandin wê ev berxwedan bi dawî nebe. Ez bang li gelê Kurd dikim, divê tu kes li dijî vê zilmê bêdeng nemîne. Armanca hevdîtina 2’ê Gulanê jî ev bû îradeya me bê şikandin. Lê heta tecrîd bi giştî ranebe wê çalakî bidome.”