Nelêrêtiyên qeyûm ên li şaredariya Stewrê
- 09:11 21 Gulan 2019
- Rojane
Lêçûnên ku qeyûm ji bo qeymeqamtiyê kiriye
MÊRDÎN - Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de şaredarî ji qeyûm hat girtin û lêçûnên 3 salan yên li şaredariyê jî derketin holê. Ji butçeya şaredariyê lêçûnên ji bo qeymeqamtiyê hatiye kirin bal kişandin.
Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayinkirin, di 31’ê Adarê de HDP’ê şaredarî girt. Piştî şaredarî ji qeyûm hat girtin, lêçûn û nelêrêtiyên hatine kirin derketin holê û ji qada leşkerî bigire heta parêzvanên qeymeqamtiyê û boyaxkirina konaxa hikûmetê bi hezaran TL pere hatiye xerckirin.
Di 3 salan de ji lênerîna qerekolê heta tamîrata emniyetê, lênerîna wesayîta qeymeqam, bi hezaran TL hatiye xerckirin. Li gorî lêkolîna rêveberiya HDP’ê kiriye, lêçûnên di şaredariyê de ji aliyê qeyûm Îdrîs Koç ve hatine kirin, wiha kirin rapor:
*Di belgeya lêçûna hejmara 240-2017 8’ê Gulanê de ji butçeya şaredariyê ji bo armancên cuda pere hatiye xerckirin. Di vê belgeyê de tê dîtin ku kulubeya ewlehiya ber mala qeymeqam hatiye çêkirin. Ev ji aliyê fîrmaya Kasataş Kasa Sanayî A.Ş ve bi bedela 65 hezar û 50 lîra hatiye faturekirin.
*Di belgeya lêçûnê ya hejmara 307-2017 31’ê Gulanê de, ji bo butça şaredariyê ji bo 45 endamên tevgera taybet bi 1.375 TL ji lokanteya Goşt a Stewrê xwarin hatiye.
*Li gorî belgeya 324-2017 6’ê Hezîranê, ji bo parêzvanên qeymeqam ji butçeya şaredariyê 1.038.40 TL yî berguhk hatine girtin.
*Li gorî belgeya hejmara 564-2017 20’ê îlonê ji bo wesayîta zirxî ya qeymeqamtiyê ji aliyê Otomotîv Şîmşekê bi 5 hezar û 876 û 40 TL fature hatiye birîn û ev jî ji butça şaredariyê hatiye girtin.
*Di belgeya hejmara 710-2017 1’ê Kanûnê de ji bo 4 bariyerên ewlehiyê 11 hezar û 800 TL pere hatiye dayîn û ev jî tevî ne ji bo şaredariyê hatiye girtin jî, şaredariyê daye.
* Di belgeya hejmara 728- 21’ê Kanûnê de ji bo tamîrata qerekolê 24 hezar û 914 lîra û 52 TL hatiye xerckirin.
*Di belgeya hejmara 122-2018 a 26’ê Sibatê de fatura 3 hezar û 70 lîra û 62 kuruş ji aliyê Fîrmaya Şerafettîn Sagandan ve hatiye birin û ev jî dîsa ji bo Konaxa Hikûmetê, ji bo hesinên avahiya Edliyeyê û dîrega ala MYO hatiye xerckirin.
*Di belgeya hejmara 163-2018 16’ê Adarê de bi hinceta butçeya têr a Emniyeta Amîrtiyê tune, ji bo tamîrata Avahiya Xizmetê ya Emniyeta Stewrê 10 hezar û 944 lîra 36 TL hatiye veqetandin.
*Di belgeya hejmara 176-2019 22 Adarê de bi lênerîn û tamîrata wesayîta qeymeqamtiyê ya bi plaka 47 A 1245 20 hezar û 715 lîra û 86 kuruş pere hatiye dayîn.
*Di 22’ê Adarê de belgeya hejmara 183’emîn de dîsa heman wesayît hatiye tamîrkirin û ji vê ji butçeya şaredariyê dîsa 6 hezar û 203 lîra 76 kuruş hatiye dayîn.
*Di belgeya hejmara 591- 2018 17’ê îlonê de jî ji bo boyaxkirina Konaxa Hikûmetê 44 hezar û 200 lîra û 35 TL pere hatiye dayîn.
*Di belgeya hejmara 605-2018 21’ê îlonê de fîrmeya Şeyhmus înşatt. Ltd. ştî ji bo şaredariya me 4 hezar û 331 lîra 7 kuruş fature birîye. Û ev jî ji bo karê boyaxê ya Fermandariya Cendermeyan a Stewê hatiye xerckirin.
Sibehê: Di lêçûnan de cihîz û mobîlya