'Di civakê de lêgerînvana azadiyê jin e'
- 09:04 21 Gulan 2019
- Rojane
Ronîda Hacî / Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Di dema serweriya DAIŞ'ê di sala 2015'an de li Çiyayê Kizwanan êş, qetîlkirin, astengî û tarîtiya DAIŞ'ê para jinê bû. Piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanan jinan êdî bêhna azadiyê kişandin û xwe ji nû ve bi rêxsitin kirin.
Di dema serweriya DAIŞ'ê li Çiyayê Kizwanan jin rastî gelek astengî, qetilkirin û astengiyan hatin, lê jinan hêviya xwe qut nekir da ku şervanên YPJ/YPG'ê hatin ew rizgar kirin. Jinên ku hatin rizgarkirin gotin:"YPG/YPJ'ê me ji tarîtiyê ew ber bi ronahiyê ve birin."
'Çima jin tê paşguhkirin?'
Foza Ayîd a ji Hemayê ye û piştî dizewîce li Çiyayê Kizwanan bi hevjînê xwe re bicih dibe, kêliyên ku di serweriya DAIŞ'ê de li Çiyayê Kizwanan jiyaye wiha vedibêje:"Di serdema Rêjîmê de herêma Çiyayê Kizwanan hatibû paşguhkirin heman demê de ji aliyê serweriya çeteyên DAIŞ'ê jî gelek xirab bû. Çeteyan bêhna me çikandin mîna avê di robaran de çikandin. Bi hebûna DAIŞ'ê re êş û pirsgirêkên me bêtir bûn. Jin ji derketina malê hate qedexekirin û di nava çar dîwaran de hate sînordarkirin."
'Di civakê de lêgerînvana azadiyê jin e'
Fozayê rewşa jin û civakê piştî rizgarkirina herêmê tîne ziman û wiha pê de çû:"Piştî herêm hate rizgarkirin û projeya Netewa Demokratîk hate rûniştandin êdî rewşa herêmê dem bi dem baş dibû. Jin êdî dikarîbû rola xwe wekî lêgerînvana azadiyê di nava civakê de bileyîze. Di civakê de lêgerînvana azadiyê jin e."
'Eger YPJ/YPG'ê bi hewara me ve nehatina dê çarenûsa me çi ba! '
Fozayê spasiya hêzên YPJ/YPG' ê kir û wiha dewam kir:"Eger şervanên YPJ/YPG'ê bi hewara me ve nehatana niha dê çarenûsa me ne diyar ba û wê heya niha destdirêjî li ser jinan hatiba kirin û rastî îstismara zayendî bihata. DAIŞ tu gotinên xirab neman û ji jinan re nedikirin."
'Pêwîst nake kesekî din me biparêze YPJ/YPG me diparêzin'
Fozayê dibêje herêma me bi ewle ye û pêwîst nake tu kes were wan biparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê her kes bizanibe ê ku me diparêzin zarokên me ne û pêwîst nake mîna Dewleta Tirk were me biparêze. Kesê ku destê xwe dirêjî xaka me bike em ê jê bikin."
'Di asta yekemîn de jinê dikin hedefa terora xwe'
Cewhera Îbrahîm ku ji malbata berxwedêran e hestên xwe wiha parve dike: "Çi hêz dibe bila bibe di asta yekemîn de jinan hedef digirin, çavên wan dişkînin û di dilê wan de metirsiyekê diafirînin da ku di demê pêş de hember dagirkerî û neheqiya wan serî hilnede û ji wan re nebe kelem. Li Çiyayê Kizwanan jî heman tişt rû da."
'Jinên bedew di bin çarşefên reş de hatibûn veşartin! '
Cewherayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên bedew di bin çarşefên reş de hatibûn fetisandin. Li dibistanan zihniyeta xwe bi zarokên keç re didan perwerdekirin û heya niha jî bandora wê li ser wan heye. Bi jina azad re civakeke azad ava dibe û divê jin li her derê xwe perwerde bike."