ROJEVA 21'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 21 Gulan 2019
  • Rojev
* Endama Heyva Sor a Kurd Cîhan Mihemed di derbarê tendirûstiya çalakgerên di grevên birçîbûnê de got: "Rewşa çalakgeran di xeteriyê de ye, loma divê bi lez sazî, rêxistin û dezgehên ku bi mafên mirovan re têkildar in mudaxele bikin û xwestekên wan bînin cih." 
DÎMEN HEYE
 
*Di dema serweriya DAIŞ'ê di sala 2015'an de li Çiyayê Kizwanan êş, qetîlkirin, astengî û tarîtiya DAIŞ'ê para jinê bû. Piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanan jinan êdî bêhna azadiyê kişandin û xwe ji nû ve bi rêxsitin kirin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzvanên mafê jiyanê yên tevlî ‘Komxebata Porojeya Nirxandina Bandora Kumulatîf a Çavkaniyên Jeotermal’ ya bi pêşengiya EBRD pêk hatibûn, diyar kirin ku ew JES’an naxwazin. DÎMEN HEYE
 
* Endama MYK Partiya Şoreşgere Burcugul Çubuk diyar kir ku wê berxwedana xizmên girtiyan bi AKP’ê bide windakirin û wiha got: “Ji tiştekî natirsin, rastî şîdeta dewletê bên jî sibê dîsa li heman cihê ne û destmalên xwe yên sipî bûne sîmgeya hemû kesî ya aştî, edalet, wekheviyê.” DÎMEN HEYE
 
*Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de şaredarî ji qeyûm hat girtin û lêçûnên 3 salan yên li şaredariyê jî derketin holê. Ji butçeya şaredariyê lêçûnên ji bo qeymeqamtiyê hatiye kirin bal kişandin.
 
*Gurbet Ektîren ku piştî hat tahliyekirin jî li mala xwe greva birçîbûnê didomîne di roja 127’ê çalakiya xwe de ye. Dayika wê Rekiya Ektîren ku li malê bi keça xwe re eleqeder dibe, diyar kir ku keça wê her roj li ber çavên wê dihele û wiha got: “Dayikên din li derve ez li hundir berxwe didim.” Gurbetê jî da zanîn ku heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya xwe bi dawî neke.DÎMEN HEYE
 
*Projeyên şaredariya DBP’î ya Qelqeliyê di 2015’an de ji bo îstîhdama jinan xistibû jiyanê, bi hatina qeyûman re sekinîbûn û niha bi HDP’ê re dîsa zindî dibe.
 
*Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay da zanîn ku grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin 6 meh li pey xwe hiştiye û got daxuyaniya wezîrê dadê Abdulhamît Gul jî divê bikeve pratîkê. Ebruyê daxuyakirin ku tu kes bi vî awayî nikarin gelê Kurd û girtiyan bixapînin. DÎMEN HEYE
 
*Girtiyê bi navê Ramazan Tanriverdî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neket greva birçîbûnê lê refakatiya girtiyên di grevê de dike. 
DÎMEN HEYE
 
*Li navenda Ş.Berfîn ya taxa Salihiyê jinên ciwan bi hev re dixebitin û ji hev hêzê digirin.  DÎMEN HEYE
 
 
*Feleknas Ûca ya HDP’î diyar kir ku piştî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê şûnde, têkoşîna dayikên laçikspî dest pê kiriye û got: “Tu hincet nikare van êrîşan rewa bike. Ji bo zarokên wan bitirsînin êrîşê dayikên wan dikin. Lê wê dayik û girtî vê berxwedana dîrokî bi serkeftinê tacîdar bikin.” DÎMEN HEYE