Li Rihayê dayikên di nobetê de: Em ê bi ser kevin

  • 17:22 20 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdê di grevê de ne ku ji bo piştevaniyê çalakiya nobetê dan destpêkirin, diyar kirin ku ew ê bi ser kevin.
 
Çalakiya nobetê ya malbatên li Rihayê ku ji bo piştevaniya zarokên xwe yên li girtîgehan di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de ne di roja 12'emîn de li avahiya HDP'ê ya Rihayê berdewam kir. 
 
Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan ê ku çû serdana dayikan, diyar kir ku ew ê her dem li gel wan bin.
 
Ji dayikan Nuran Gezgor diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bi biryar berdewam bikin û wiha berdewam kir: " Em çalakiya xwe heta tecrîd bi dawî bibe berdewam bikin. Em bi biryar in û em ê bi ser kevin."