Li Edeneyê Dayikên Lacik Spî çalakiya xwe ya pêk anîn

  • 17:20 20 Gulan 2019
  • Rojane
EDENE - Dayikên Lacik Spî li gel astengiya polîsan di roja 11'emîn de çalakiya xwe li parka Îsmet Înonuyê pêk anîn û gotin ku êdî qerîna dayikan bibhîsin. 
 
Li Edeneyê jî dayikên Laçik Spî yên zarokên wan girtî bi heman armancê di roja 11'emîn de li Parka Îsmet Înonuyê kom bûn û daxuyanî dan. Dayiken ku li parkê kom bûn dîsa di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Polîsên hatin parqê dayik dorpêç kirin û bi mertalên xwe dîwar ava kirin. Polîsan destûr nedan ku welatî piştgiriyê bidin çalakiya dayikan. Li gel vê yekê dîsa parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari, endam û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER'ê hatî tevlî çalakiya dayikan bûn û piştgirî dan dayikan. Polîsan dîsa li GBT ya çalakgeran nêri û bi hinceta der barê binçavkirinê heye kesek binçavkirin. 
 
Li vir Dayika Laçik Spî Vesile Ulaş, bang li hikûmetê kir û xwest ji girtîgehan darbest dernekevin û divê heyet biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawi bibe. 
 
Dayika Laçik Spî Turkan Şimşek jî bang li hikûmetê kir û xwest êdî dawî li vê zilmê bînin.
 
Dayik Ayfer Yavaş  jî bang li hikûmet û dewletê kir û wiha got: “Êdî Bes e. Vê qêrîna me bibhîzin. Bila zarokên me nemirin. Dayikan çalakiya xwe bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî kir.