Malbatên girtiyan: Ji bo jiyaneke nû deng bidin berxwedanê

  • 15:52 20 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Malbatên girtiyan ji bo ku bale bikşînin ser grevên birçîbûnê li perqa Millî Egemenlîkê çalakiya rûniştinê pêk anîn.  
 
Li dijî rakirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliye hevseroka KCD’ê, parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve greva birçîbûnê hat destpêkirin di roja 194'an de berdewam dike. Piştî Leylayê bi heman daxwazê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê bi tevlîbûna bi hezaran girtiyên siyasî greva birçîbûnê hate destpêkirin. Li her deverên Tirkiyeyê û herêmê Malbatên girtiyan bi heman armanc û daxwazê li qadan dibin dengê xizmên xwe. Li perqa Mîllî Egemenlîkê ya Wanê jî bi pêşengiya malbatên girtiyan, Dayîkên Aşitiyê,  bi tevlîbûna parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, hevserokên HDP, DBP yên Wanê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
‘Me bikujin jî em ê dev ji têkoşînê bernedîn’
 
Li ser navê Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ya Wanê  Hanîfe Kaçak axivî. Hanifeyê diyar kir ku heta daxwaziyên zarokên wan pêk neyên ew ê dev ji têkoşînê bernedin û wiha axivî;” Wezîrê Edeletê daxuyanî da lê mixabin tu gavên girîng nehatine avêtin. Em wekî Dayîkên Aşitiyê dixwazîn denge zarokên xwe bidîn bihîstin. Heta ku daxwaziyên zarokên me bên pêkanîn em ê li qadan tebikoşîn. Me bikujin jî û qetil ji bikin em  dev ji têkoşînê bernedîn. Bila mirin çênebin û agahiyên mirinê neyên.” 
 
‘Ji bo jiyaneke nû zingil lê dide deng bidin’
 
Piştî Henîfeyê Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan axivî. Muazezê ji bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got:” Ji bo jiyaneke nû zingil lê dide. Niha bi hezaran girtiyên siyasî ji bo jiyaneke nû bedena xwe dane ber mirinê. Em wekî dayîk dixwazîn vî dengê jiyanê bilind bikîn û bibin dengê aşitiyê. Em bang li gel dikîn ku bêdeng nemînin. Bêdengî mirinê bi xwe re tîne. Leyla Guven parlementera vî welatî ye. Ji bo ku rojên tarî ronî bike bedena xwe ji mirinê re razandiye. Ji bo ku denge dayikan bidîn bihîstin em ji li cem dayikan tedikoşîn. Daxwaza dayikên me ku zarokên wan bijîn. Ji bo jiyanê deng bidin û bêdeng nemînin.” 
 
Piştî axaftinan çalaki  bi tililî û diruşmên ‘Bijî Berxwedana zindanan’ bi dawî bû.