Li Licêyê malbat li gel astengiya polîsan meşiyan

  • 15:41 20 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Li Licêyê malbatên girtiyan di roja çalakiya xwe ya rûniştinê ya 14'emîn de li gel astengiya polîsan meşiyan. 
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê   Leyla Guven ve hat destpêkriin di roja 194'emîn de berdewam dike. Xizmên gitiyan ku xwestin bal ê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê û Rojiya Mirinê ya li girtîgehan li navçeya Licê ya Amedê li Parka Medenî Yildirim dest bi çalakiya rûniştin ê kirin . Xizmên gitiyan ku di roja 14'emîn a Çalakiya xwe de hatin gel hev dirûşmên "Ji berxwedêrên zindanan re silav" berz kirin. Li gel xizmên girtiyan parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, hevşaredarên Licê Ruken Yilmaz û Tarik Mercan, endamên rêxistina HDP2ê ya Licê û gelek kes tevli çalakiya malbatan bûn. 
 
Polîs êrîşî dayikan kir
 
Piştî çalakiya rûniştinê xizmên girtiyan xwestin ber bi avahiya HDP'ê ya navçeyê ve bimeşin û ji aliym polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsê ku heqaret li dayikan kir laçika dayikekê jî kaş kir.  Xizmên gitiyan bertek nîşanî helwet polîsan dan, barîkat derbas kirin û ber bi avahiya HDP'ê ve meşiyan.