TJK-E: 22'yê gulanê em ê li Brukselê berxwedanê geş bikin
- 15:21 20 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bal kişand ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê û banga tevlîbûna li mîtînga 22'yê gulanê ya li Brukselê kir.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê. Ji bo meş û mîtînga ku dê 22'yê gulanê bê li dar xist bang kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, greva birçîbûnê û rojiya mirinê di asta krîtîk de ye û wiha hat gotin: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê wekî ku hin gavan diavêje xwe nîşan dide. Lê belê di pratîkê de mafên qanûnî bi cih nayne. Tecrîd hîn jî didome. Ne tenê tecrîd didome, di heman demê de tundî û êrîş li dijî berxwedêrên li zindanan tê kirin. Ji bo bidawîbûna tecrîda li hemberî Rêber Apo, jinên Kurdistanî û Gelê Kurd wê her tim li ser piyan bin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, wezîfeya jinên kurd e ku çalakiyên li dijî tecrîdê geş bikin û pêşengiyê ji wan re bikin. Di daxuyaniyê de ji bo meş û mîtînga 22'yê gulana 2019'an a li Brukselê û wiha bang hat kirin: "Di serî de jinên Kurdistanî em bang li dostên xwe hemûyan û gelê xwe dikin ku bi rengekî bi heybet tevlî bibin. Divê her kes bi laçikên spî ku sembola dayikên me yên berxwedêr e, tevlî çalakiyê bibin û bibin dengê berxwedêran. Roj roja geşkirina berxwedanê ye, têkbirina tecrîd û faşîzmê ye. Ji bo têkbirina polîtîkayên qirêj ên faşîzmê 22'ê gulanê em li Brukselê dengê berxwedêran bigihînin tevahiya cîhanê."