Fatma Kurtalan: Sibehê êdi pir dereng e

  • 14:54 20 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, têkildarî greva birçîbûnê û helwesta hikûmetê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Fatma anî ziman ku îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê û rojiya mirinê dinere û wiha got: "Li tu derên cîhanê mirov ji bo welatek zagonên xwe pêk bîne nakeve neketine grevê. Lê ji ber Tirkiye zagonên xwe pêk bîne bi hezaran girtî di grevê de ne." 
 
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratik (HDP) Fatma Kurtulan, têkildarî geşedanên di rojevê de û çalakiya greva birçîbûnê li meclîsê civîna çapmeniyê li dar xist. Fatma, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê wiha got: "Mixabin heta ku ev pirsgirêk çareser nebe girtî gavan paşve navêjin. Heta ku ev pirsgrêk çareser nebe, ev yek ji rojevê dernakeve. Niha 3 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne, 30 girtî di rojiya mirinê de ne. 15 kes 21 rojin di rojiya mirinê de ne. Çalakgerên ku 21 roj li pey xwe hiştin rewşa wan pir krîtîk in. Li vê meclîsê 4 wekîl di greva birçîbûnê de ne. Lê meclîs hêj li hemberî vê pirsgirêkê bêdeng e. Sersar tev digere. Leyla Guven 194 rojin di grevê de ye. Divê demek berî demekê gavên çareseriyê bên avêtin. Di vê pêvajoya ku em li benda çareseriyê ne, 3 roj berê agahiya ku êrîşî kawîşên girtiyan kirine hat. Malbat û parêzzeran ev yek teyît kirin. Li Girtîgehên Kandira, Bakirkoy, Wan, Şakran, Amed, Bolu û Maltepe li dijî girtiyan êrîş pêk hatin. Bi ser kawişên girtiyan de gritin û radyoyên wan desteser kirine. Dîsa amûrên wan ên taybet desteser kirine. Ev rewş nayê qebûlkirin. Li hemû kolanan çalakiyên dayikan berdewam dike. Niha 21 dayik ji bo dengê xwe bilind bikin hatine meclîsê. Dayik 4 rojan li meclîsê man. Niha ev dayik li Navenda Giştî ya HDP'ê ne. Lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. AKP vê hêrs û nifrîna ew qas mezin çawa di hundirê xwe de dihêle. Wekî komkujiyê temaşe bike çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê dişopîne. Sibehê êdi pir dereng e. Bila bi lez gavan bavêjin."