Dayik li Navenda ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist: Heke astengî tune ye çima hevdîtin pêk nayê?

  • 14:53 20 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Dayikên ku li bajarên cûda hatin Enqereyê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser daxuyaniya Wezareda Dadê û wiha gotin: "Heke astengî tune ye çima hevdîtin pêk nayê?"
 
Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û niha li Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya xwe didomînin. Çalakiya dayikan di roja 7'emîn de ye. Dayikan li avahiya Navênda Giştî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan tevlî civîna dayikan bûn. 
 
Ozturk, bal kişand ser çalakiya dayikan a 7 rojan û wiha got: "Wezareta Dadê diyar kir ku qedexeya ser Îmraliyê rabûye. Heke rabû ye çima malbat û parêzer naçin hevdîtinê. Em berxwedana dayikan baş nas dikin. 80 sal in dayik li ber girtîgehan li ber xwe didin. Niha jî heman berxwedanê didomînin. Li Wanê, Gebzeyê û Amedê li hemberî çalakiya dayikan şîdet pêk tê. Em Wezareta Karên Hindûrîn hişyar dikin. Hûn nikarin çalakiya dayikan asteng bikin. Em bang li Wezareda Dadê dikin û dibêjin mafên girtiyan bidin û ji bo Îmraliyê çî hewce be divê bên kirin. Leyla Guven 194 roj in di grevê de ye, 160 roj in jî girtiyan di grevê de ne û rojiya mirinê jî didomin. Hikûmet û raya giştî yê cîhanê divê guh bide dengê dayikan."
 
Li ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û bal kişand ser êrîşa li hemberî dayikan û wiha got: "Li kolanan niha dayik li ber xwe didin. Li hemberî berxwedana dayikan dayik bi şîdetê re rû bi rû dimînin. Heke astengî tune ye çima hevdîtin pêk nayê?"
 
Ayşe Alici jî axaftinek kurt kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dayik in, dilê me dişewite. Divê Wezareta Dadê ser daxuyaniya xwe raweste. Divê saziyên li Ewroyê bikevin nava hewldanan."
 
Ayşe piştî axaftina xwe ji ser hişê xwe çû û mudaxaleya yekem ji hêla dayikan ve pêk hat.