Êrîşî malbatên li Gebzeyê kirin: Du kes hatin binçavkirin
- 14:32 20 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Malbatên girtiyan ên ku ji bo piştgiriyê bidin xizmên xwe yên girtî ku li dijî tecrîdê di gereva birçîbûnê de ne 42 roj in li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiyê li dar dixin bi êrîşa polsan re rûbirû man û di encamê de du kes hatin binçavkirin.
Çalakiya xizmên girtiyên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne ku li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê li dar dixin di roja 42 emîn de berdewam kir. Malbat li ber avahiya HDP'ê ya Gebzeyê kom bûn û parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û parêzeran jî piştgirî dan malbatan. Polîs êrîşî çalakiya malbatan kir, heveseroka HDP'ê ya Navçeya Gebzeyê Damla Bagci û rêvebera DHP'ê ya Kocaeliyê Dîlara Ozgoren hat binçavkirin.
Piştî êrîşê daiyê hatin binçavkirin û bi erdê re hatin kaşkirin. Parlamenter Ayşe Surucu jî bi heqaretê re rû bi rû hat hiştin. Rêveberên HDP'ê yên Gebzeyê ku xestin bi telefona xwe dîmen bikşînin jî telefonên wan hatin desteserkirin.