3 bersûcên îstîmara zayendî hatin berdan

  • 14:31 20 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Dadgeha Serêkaniyê ya Rihayê 3 mêrên ji sûcê tecawizê tên darizandin, bi biryara navberê serbest berdan. 
 
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 21'ê sibatê de 6 kes zaroka 14 salî E. A. îstîsmar kiribûn. Ji 6 kesên dihatin darizandin kesên bi navê F. Ç., M. Y. û İ. E. rojên borî serbest hatin berdan. Dadgeha Sulh ceza ya Serêkaniyê piştî dosya nirxand, bi hinceta îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk nekirine û tecawiz pêk nehatiye biryar da ku 3 kesan serbest berdin. E.A.,  piştî bûyerê îfade dabû polîsan û xwestibûn bên girtin. Ji 6 bersûcan 3 bersûc piştî 3 mehan girtî man hatin berdan.