Çalakiya greva birçîbûnê di roja çaremîn de didome

  • 13:25 20 Gulan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan  bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokeratîk misoger bikin" hate li darxistin, di roja xwe ya çaremîn de didome. 
 
Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger Leyla Guven û rêhevalên wê yên zindanan dabû dest pê kirin, li Qamişlo di roja xwe ya çaremîn de didome. Îro zêdetirî 100 kesî di bin konê çalakiyê de amade bûn, her wiha endamên Şaredariya bajarê Qamişloyê jî beşdar bûn.
 
Jinên bajarê Qamişloyê ku tevlî grevê bûn, bi stranên şoreşgerî û dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" çalakiyên xwe didomînin. 
 
Çalakiya piştevaniya greva birçîbûnê berdewam e.