Çeteleya tundiyê ya dawiya hefteyê ya Tirkiyeyê: 5 jin û zarokek hatin qetilkirin
- 13:11 20 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mêran dawiya hefteyê 5 jin û zarokek qetil kirin. Jinek ducanî jî hat xwestin ku tevî pitika wê ya di zika de bê qetilkirin.
Zagonên ku pêşî li tundiya li ser jinê û mirinê bigire hîn neketiya meriyetê. Komkujiyên ku dawiya hefteyê li ser raya giştî hat parvekirin jî vê yekê piştrast dike. Vê dawiya hefteyê li gor parvekirinên li ser raya giştî 5 jin û zarokek hatin qetilkirin. Gelek komkujiyên ku li ser jina pêk hatin jî di encama çekdarbûyina takekesî de pêk hatin.
Jinên ku dawiya hefteyê hatin qetilkirin wiha ne:
*Li Diclekenta Kayapinara Amedê Mesut Issı jina bi wî re zewicî û doza jihevberdanê vekiribû, Muzeyyen Issı qetil kir.
*Husamettin Yavaş ê ku li Navçeya Çina Aydinê dijî Nergis Yavaş a bi wî re zewicî bi amûra tûj qetil kir. 2 zarokên Nergizê hebû.
*Orhan Karakaş ê ku li Navçeya Odemiş a Îzmirê dijî Gizem Tabak û zarokê xwe yê 2 salî bi çekê qetil kir.
*Ferhat E. li Navçeya Elbistana Maraşê xaltiya xwe Urgiye Demir bi çekê qetil kir û du kes birîndar kir.
*Li Edeneyê mêrê bi navê C. Y. jina 3 mehî ducanî ya bi navê A.E xwest ji wesayitê bavêje û qetil bike.