Muzzeyenê li ser milê jinan hat oxirkirin

  • 11:43 20 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Parêzera Baroya Amedê Muzeyyen Boylu Îssi ya ku ji aliyê mêrê pê re zewicî hat qetilirin, ji aliyê hempîşeyê xwe û jinan ve do bi şev hat definkirin. 
 
Muzzeyan Boylu ya ku li Çinarê parêzertî dikir ji aliyê mêrê bi wê re zewicî Hekîmê Malbatê Mesut Îssi ve hat qetilkirin. Muzzeyen dawa devjiberdanê sal û nîvek berê vekiribû. Cenazeyê Muzzeyenê berê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîna ya Selahaddin Eyubî. Piştî otopsiyê cenaze radestî malbatê hat kirin. 
 
Cenazeyê Muzzeyenê birin gundê Çinarê. Parêzerên Baroya Amedê, Endamên Komisyona Mafên Jinê, Xebatkar û Rêveberên Komeleya Jinê ya Rosayê û gelek jin beşdarî merasîma cenaze bûn. Muzzeyên li ser milê jinan hat oxirkirin.
 
Piştî duayan merasîma cenaze bi dawî bû.