‘Yê hêviya xwe winda nakin wê bi ser kevin’
- 09:05 20 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Girtiyê bi navê Hamza Yilmaz yê ji 1’ê adarê de di greva birçîbûnê de ye di nameya ku şandî de wiha got: “Ala li zindanan tê hildan, hûn jî hildin. Yên hêviya xwe winda nakin wê teqez bi ser kevin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 194’an de berdewam dike. Bi heman armancê li hemû girtîgehan ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiya xwe didomînin û niha rewşa 300 girtî hatiye asta krîtîk. Hamza Yildiz yê di 1999’an deli Farqînê hatiye dinê, di roja 77’emîn a greva birçîbûnê de ye û li girtîgeha Tîpa D ya Amedê didomîne. Hamza di nameya ji malbata xwe re şand de balkişand ser bêdengiya civakê ya li dijî grevên birçîbûnê.
Nameya Hamza wiha ye:
“Ey mirovahî! Tu dibînî gelo, mirov ji bo azadî, wekhevî û edaletê bedena xwe dane ber mirinê? Ev bedenên ciwan ji bo mirovahiyê bedena xwe dane ber mirinê. Li dijî faşîzmê bedena xwe dane ber mirinê. Hûn jî destê xwe bidin wijdana xwe, gûh bidin. Li Îmraliyê îşkenceyên giran yên ne mirovane pêk tê. Ev hovîtiye. Hûn niha bêjin, empatiyê ava bikin, hûn dikarin wisa bijîn? Daxwaza van mirovan eve ku şertênw an bên cih. Daxwazên wan mafdarin.
Yekane daxwaza me ev e; bila xwîn raweste, şîdet bidawîbe, her kes di aramiyê de bijî, ji bo vê divê her kes deng bide berxwedana me. Bêdengî li civaka berxwedêr nayê. Zarokên we, heval, xwişk û birayên we bedena xwe dane ber mirinê. Bêdeng nemînin. Ev bêdengî şerma mezin e.
‘Xwedî li dayikên xwe derkevin’
8 hevalên me şehîd ketin. Girtî her diçin nêzî mirinê dibin. Êdî wek berê nagihêjin tenduristiya xwe. Ala li zindanan tê hildan hûn jî hildin. Hêza herî mezin mirov xwe ye. Li dayikan îşkencê dikin, lê nikarin îradeya wan bişkînin. Hûn jî xwedî li dayikan derkevin. Îşkenca li hember dayikan divê bibe sedema têkoşîna me. Hevala me Leyla Guven 3 demsale berxwe dide. Xwe li dijî vê hovîtiyê berpirs dîtiye û bûye pêşenga vê berxwedanê. Leyla êdî navê berxwedanê ye.
Em bi hêvîne, mafdarin’
Dewleta Tirk, tu tiştekî nabîne. Şehadetan normal dibîne. Civaka me ne ev e. Divê civak bê ser hemtê xwe. Her roj zarokên wan dimrin. Li dijî vê bêdeng dimînin. Wijdana xwe guhdar dikin, kesên din guhdar nakin. Hevalên zindanê têkoşîna xwe bi biryarek mezin dimeşînin. Em bi hêvîne, mafdarin û mirovin. Yên hêviya xwe winda nakin wê biserkevin. Silav û rêz.”