Hevjînê wê li hundir, wê li derve têkoşîna jiyanê da
- 09:03 20 Gulan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Hakîme Karagoz diyar kir ku hevjînê wê Ethem Karagoz ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Me her duyan jî cuda cuda têkoşîna jiyanê da. Ethem jî ez jî em di têkoşîna xwe de bi ser ketin. Me herduyan şûnde gav navêt. Em netirsiyan. Em ne ji têkoşîna xwe ne jî ji êşa kişandiye poşman in.”
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin li girtîgehan û derve didimon. 5 jê jin bi giştî 30 girtiyî grevên xwe veguhertin rojiyên mirinê. Wezîrê Dadê Abdullah Gul, di daxuyaniya ku da de got qedexeya hevdîtina li Îmraliyê hatiye kirin lê ji 2’ê Gulanê şûnde hemû serlêdanên parêzeran hatin rakirin. Berxwedêrên grevê û rojiya mirinê da zanîn ku heta tecrîd ranebe wê grev bidomin.
Nîvê jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir
Ethem Karakoz di 1993’an de dema 19 salî bûye hatiye girtin û ji 1’ê Adarê şûnde di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Hakîme Karagoz daxuyakirin ku 26 sale di girtîgehê de ye û nîvê jiyana wî zêdetir di girtîgehê de derbas bûye û got di vê pêvajoyê de rastî gelek surgun û îşkenceyan hatiye.
‘Jiyana wî bi surgun û cezayan derbas bû’
Hakîmeyê got ji Amedê birine Dîlokê, ji Erziromê surgunê Antalyayê kirine û wiha got: “Li Antalyayê hevdîtinên telefonê hatin sînorkirin, ceza hatin dayîn, pirtûk nedanê û her tim bi ser koguşan de girtin. Dema girtî li dijî vê berxwe didin jî rastî îşkence û zextan hatin û ji wir surgunê Burdurê kirin. Ev 5-6 sale li wir e. 26 sale bi awayekî dijhiqûqî tê girtin.”
‘Ji bo azadiya gel bedena xwe danîn ber birçîbûnê’
Hakîmeyê bi lêv kir ku Ethem nexweşê şekir û tansiyon e û ji greva birçîbûnê heta niha gelek kîlo daye û wiha pê de çû: “Li Burdurê ji ber wekî din girtiyê siyasî tune 3 kes dimînin. Me bihîst ketiye grevê em gelek serbilind bûn. Bêguman mirov xemgîn dikin. Bi rojan min tiştek nexwar. Ji bo tecrîd rabe, ji bo gelê Kurd azad bibe bedena xwe dan ber birçîbûnê. Etem gelek ji nivîsandinê hez dike. Li girtîgehê 4 pirtûk nivîsî. Ez ji zarokatiyê de wî nas dikim. Gelek jîr bû. Pirsgirêk hema çareser dikir. Mamosteyên me pir jê hez dikirin. Em bi biryara malbatan zewicîn. Lê em tu car li ser vê nesekinîn. Em bi pirsgirêkên malbatî re eleqeder nebûn. Em bi tena serê xwe li ser piyan man. Me gelek zehmetî kişand. Bi ser mala me de girtin. Ethem çend caran hat binçavkirin. Me zilm û zext dît. Piştî Ethem ez jî du caran hatim binçavkirin. Piştî Ethem ez tenê mam. Ez li ser piyên xwe sekinîm. Dikanek me hebû. Min da xebitandin. Ez hatim Bismilê. Min li vir mexaze vekir.”
‘Em her du jî bi ser ketin’
Hakîmeyê di dawiyê de destnîşan kir ku wê di temenê ciwan de du zarokên xwe winda kiriye û hevjînê wê ketiye girtîgehê û wiha pê de çû: “Ciwantiya me li ber girtîgehan derbas bû. Ez ne poşman im. Em serbilind in. 3 sal maye derkeve ji girtîgehê. 26 sal çawa derbas bû. Min her tim digot du meh maye hevjînê min derkeve. Heta 20 salan min wisa digot ji derdorê re. Min her tim têkoşîn da. Min berxwe da. Min xwe qet bêçare hîs nekir. Tevî hemû zextan min jiyana xwe berdewam kir. Em her du jî di têkoşîna xwe de bi ser ketin. Ez hêvîdar im wê di vê berxwedanê de jî bi ser bikevin û bêyî mirin serkeftin bê.”