Jinên li Wanê: Bi zêdekirina buha, aboriya Tirkeyeyê sererast nabe
- 09:02 20 Gulan 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Di Meha Remezanê de kesên ku ji bo fitarê amadekarî dikin, ji ber buhabûnê bi bertek in. Jinên wanî bertek nîşanî buhakirina zebze û fêqiyan dan û gotin ku bi buhakirinê aboriya Tirkiyeyê sererast nabe.
Di Meha Remezanê de buhayên zerzawat û fêkî li gorî salên borî zêdetir bûne. Niha li bazaran buhayê kîloya firîngiyan 8, kartol û pîvaz 5, sîr û îsota şîn jî bûye 10 TL ye . Gel ji buhabûna zebze û fêqiyan bi bertekin. Jinên ku li bazarê danûstandin dikin, bertek nîşanî buhabûnê kirin.
‘Zemên ku tê kirin bandorê li me dikin’
Jina bi navê Vediye Baysal bal kişand ser rewşa rojane û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Aloziya aborî herî zêde bandorê li ser gel dike. Em êdî nikarîn kîloyek fêqî yan ji zebze bikirin. Kar tune ye. Em di Meha Remezanê de ne, gel nikare tiştek ji bo xwarinê bikire. Tenê kîloyek kartolê 5 TL ye. Rewş her roj xerabtir û nebaştir dibe. Bi polîtîkayên aborî li hemberî her roj fêkî û zebze tê zemkirin û ev çareserî nîne. Me berê 3 an jî 4 cûre xwarin çêdikirin, lê niha tenê em dikarîn cûreyek xwarinê çêbikîn.”
‘Li malê beroşên me vala ne’
Kamîle Kanat jî di axaftina xwe de bal kişand ser buhabûna zebze û fêkî û diyar kir ku li gel buhabûnê pirsgirîkên civakî jî mezin dibin. Kamîle, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 5 û 6 sal li Tirkiyeyê aloziya aborî heye. Ji bo çareserkirina aloziya aborî tu gavên girîng nehatine avêtin. Li malê beroşên me vala ne. Rewş hatiye wê astê ku em êdî nikarîn li malê xwarinê çêkin. Her tişt pir zêde buha bûye. Ez jî teqawd bûme, ev tişt bandorê li ser aborîya malê dike, em nikarîn ji malê re kîloyek fêkî bikirîn. Di salên berê de me bi 10 TL’yan 2 poşetên zebze û fêkî dikirî, lê niha em bi 10 lîreyan nikarîn desteyeke pîvaz bikirîn. Kesên ku gel xistine vê rewşê bila ji xwe şerim bikin.”
‘Mirov êdî nikare li Tirkiyeyê bijî’
Jina bi navê Fatma Surme jî bal kişand ser aloziya aborî û diyar kir ku li Tirkiyeyê tu bereket nemaye û wiha got: “Mirov êdî nikare li Tirkiyeyê bijî. Em di nav şert û mercên herî zor û zehmet de dijîn. Her tiştek buha bûye. Meha Remezanê ye em nikarîn tiştek bikirin û ji bo xwe bikin şîv. Xwedê qebûl neke. Berê erzanî hebû û me dikarî hewcedariyên xwe pêk bînin. Lê niha ne wisa ye. Em nikarin cil û bergan bikirin, em nikarin xurekê bikirin. Her tiştek pir zêde buha bûye. Mirov êdî nikare danûstandinê bike. Niha buhayê zebze û goşt wek hev in. Gel birçî dihêlin lê ew têr in.”
‘Divê pêşiya aloziya aborî bê girtin’
Perîhan Taşdemîr got li Tirkiyeyê aloziya aborî heye û wiha dom kir: “Di malê de kes tune ye ku bixebite. Em dibêjîn dibe ku li bazaran zebze erzan be, lê li her derê bûha ye. Divê pêşiya aloziya aborî bê girtin. Ger ev wiha berdewam bike, wê gel bi birçîbûnê re rû bi rû bimîne. Divê pêşiya vê bê girtin û gel ji birçîbûnê bê rizgarkirin. Buhakirina fêkî û zebzeyan ne çareserî ye. Em vê qebûl nakîn û pêwîste di vê Meha Remezanê de her tişt erzan bibûya. ”