Çalakiya Dayikan li Rihayê di roja 11'emîn de ye
- 15:50 19 Gulan 2019
- Rojane
RIHA - Dayikên ku li dijî tecîrda li Îmraliyê li avahiya HDP'ê çalakiya xwe berdewam dikin, muxalefet rexne kirin û gotin; "Kesên li hemberî zarokên me yên li ber mirinê ne bêdeng dimînin, ne dostên me ne."
Çalakiya malbatên girtiyan a novbetê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Rihayê di roja 11'emîn de berdewam dike. Malbatên di nobedê de daxuyaniya Wezîrê Dadê ya "Qedexeya li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re rabûye" bi bîr xistin û gotin; "Ger ku qedexe rabûye çima tecrîd berdewam dike."
'Kesên bêdeng dimînin ne dostên me ne'
Dayikên ku gotin heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiya xwe berdewam bikin, xwestin bêyî tabût ji girtîgehan bên derxistin bila tecrîd bi dawî bibe. Dayikan got li Tirkieyeyê ji îktîdarê bigire heta muxaleftê her kes li hemberî çalakiya grevê bêdeng maye û wiha berdewam kirin: "Tiştekî em ji hikûmetê bipên tune ye. Dibe ku ew bi bertek bin. Em kesên ku dibêjin 'Em dostên kurdn e rex ne dikin'. Kesên ku li heberî kaşkirina bi erdê ya dayikên me û li hemberî çalakiya zarokên me bêdeng man ne dostên me ne. Ev tecrîd nema tê qebûlkirin divê bê rakirin."