Ji bo piştevaniyê malbatakê li Qamişo dest bi greva birçîbûnê kir

  • 13:50 19 Gulan 2019
  • Rojane
Civîn Husên- Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ya bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokeratîk misoger bikin", ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku di pêşengiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan de hat destpêkirin di roja sêyemîn didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan de  ji bo piştevaniya çalakiya greva biçîbûnê û rojiya mirinê ku di pêşengtiya Leyla Guven de, hat destpêkirin, li Qamişloyê di roja sêyem de didome. Îro zêdî 150 çalakvên ku 80 ji wan jin bûn û ji navçeyên Qamişloyê hatin dest bi grevê kirin. dê ev çalakvan du rojan di grevê de bimînin û paşê wê komek din ji navçeyên  Kantona Qamişloyê çalakiyê dewer bigirin.
 
Serdanên ji bo çalakiyê jî berdewam dikin. Îro niştecihên  ereb ji  navçeya Til Hemîs, gundê Tenûriyê û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana çalakvanan kirin û axaftin kirin. Di axavtinan de berxwedana greva birçîbûnê hat silavkirin û soza têkoşînê heta azadiya Rêber Apo hat dayin.
 
Malbatek jî bi malbatî tevlî Çalakiya greva birçîbûnê bû
 
Tiştekî din ê balkêş ku di vê çalakiyê de hat jiyîn jî ew bû ku malbata bi malbatî ji bo piştevaniyê dest bi grevê kir. Ji malbatê Semer Hisên ku dest bi çalakiya grevê kir wiha got: "Em bi malbatî tevli greva birçîbûnê bûn,  armanca me ew e ku piştgriya Leyla Guven û tevahî rêhevalên di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de ne bikin . Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku Rêber Ocelan azad bibe. Armanca me bi malbatî ji tevlibûna çalakiyê ew e ku em moral bidin çalakgeran."
 
Ciwana bi navê Rûniya Ehmed jî wiha got: "Ez bi malbata xwe re ketim grevê ku em tecrîda li ser serokê xwe bişkînin, divê ku ciwan tevahî tevlî çalakiyan bibin."