'Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû jinan e'
- 12:49 19 Gulan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Çalakiya Kongreya Star a bi dirûşma "Bi berxwedaniya zîndanan em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin" di roja xwe ya sêyemîn de berdewam kir.
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star çalakiya Konvedanê ji bo xwedîderketina li daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ku di pêşengiya Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin li qada Ehdas a Şehbayê ku hat destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam kir. Qada çalakiiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û yên berxwedêrên zîndanan, her wiha pankertên bi nivîsa "Çalakiya greva bircbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in" hat xemilandin. Nêzî 50 jinên ciwan û mamosteyên ên endamên Komîteya perwerdeya Ceivaka Demokratîk (KPC-D) tevlî çalakiya Konvedanê bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Eye Muhemed axivî û wiha got: "Em jinên ciwan xwedî li daxwaza çalakvanên greva birçîbûnê yên ku berxwedanek herî mezin dikin ji bo şikandina tecrîda giran li ser Serok Apo, bingeha me jî ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê. Ji ber vê yekê dijmin nikare me tune bike."
Paşê çalakvanan guhdarî li perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û dengê Leyla Guven kirin. Têkildarî vê mijarê jinên ku beşdarî çalakiyê bûne nêrînên xwe parve kirin û gotin: "Em ê herdem di nava çalakiyan de bin û li ber xwe bidin heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, ji ber ku daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû jinan ne û azadiya Serok Apo azadiya me jinan e."
'Serî hilde,tecrîd bişkîne, Efrînê rizgar bike'
Hêva Elî axivî û got: Ev çalakiya ku bi pêşengtiya Kongreya Star hatiye li dar xistin ji bo xwedî li daxwaza Leyla Guven bê derketin e. Leyla Guven û rêhevalên wê bi çalakiya xwe nêzî 200 roj li ber xwe didin. Em jî weke ciwan li ser fikira Serok Apo dimeşin. Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî jî bi ser kevin. Em jî xwedî li vê gotinê derdikevin û dibêjin 'serî hilde, tecrîdê bişkîne, Efrînê rizgar bike'."
'Daxwaza me şikandina tecrîdê û azadiya Serok Apo ye'
Her wiha berdevka KPC -D'ê Zahîde Memo jî wiha got: "Em tevlî çalakiya xwedîderketina li berxwedana zîndanan ku bi pêşengtiya Leyla Guven ji bo tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin dibin, em jî weke mamosteyên zimanê kurdî dengê xwe bilind dikin ku dewletên Navnetewî dengê me bibîzin. Ji ber ku daxwaza me tenê tecrîd were şikandin û Rêber Apo fîzîkî azad bijî."
'Em ê berxwedana xwe berdewam bikin'
Mamosteya bi navê Zekiye Berket bal kişand ser berxwedana greva bircbûnê û got: "Nêzî 200 roj Leyla Guven û bi hezaran kes kes li girtîgehan û li derve ketine çalakiya greva bircbûnê ji bo tecrîd were rakirin. Lê cîhan tevahî li hember vê berxwedanê bêdeng ma, hin hevalên me jî gihêştine asta şahadetê. Em ê li hember vê bêdengiyê dengê xwe bilind bikin, em ê her û her di nava çalakiyan de bin û li ber xwe bidin, heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber ku daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû jinan ne û azadiya Serok Apo azadiya me ye, em ê berxwedana xwe li ruxmî bêdengiya dewletan berdewam bikin."
Çalakî bi dirûşma "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî berxwedaniya zîndanan" dewrî roja 4'emîn hat kirin.