Ji bo çalakiya grevê konsera piştevaniyê
- 11:10 19 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Parlamentera DHP'ê Muazzez Orhan ku di konsera ji bo piştevaniya bi çalakiya grevê de axivî got; "Wê berxwedêrên di girtîgehan de tecrîdê bişkînin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, ji bo balê bikişîne ser çalakiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan konsera piştevabiyê pêk anî.
Konser li saloneke dawetê hat lidarixstin û li gel parlamentera Wanê ya HDP'ê Muazzez Orhan gelek kes tevli bû. Li salona çalakî lê hat lidarxistin pankarta bi dirûşma "Deng bide jiyanê" hat vekirin.
Di çalakiyê de sînevîzyona derbarê kesên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn hat pêşandan. Di dema sînevîzyon hat temaşekirin de bê navber dirûşmên "Gitiyên siyasî rûmeta me ne" hatin berzkirin.
'Bi şikandina tecrîdê re wê rêya aştiyê bê vekirin'
Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan a ku di çalakiyê de axivî. Muazzez got ku meha gulanê tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê û wiha berdewam kir: "Ev 8 sal e li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Ev tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan, li ser tevahiya gelên li Tirkiyeyê, li ser jinan, li ser ciwanan û li ser aştiyê ye. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Em bawer in ku wê berxwedana li zindanan vê tecrîdê bişkîne."
Piştî axaftinê Kadîr Çat, Koma Pel, Hediye Kalkan, Koma Rojarya, Şerzt, Nurcan Degîrmencî derketin ser dikê û stran gotin.
Çalakî bi govend û lîlandinê bi dawî bû.