Malbatan li Esenyurtê çalakiya xwe di roja 24'an de berdewam kir

  • 10:04 19 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya malbatan a li Esenyurtê di roja 24'emîn de berdewam kir. Malbatan li gel astengiya polîsan meş li dar xist. 
 
Çalakiya malbatên girtiyên li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne ya bi armanca piştevaniyê li Esenyurta Stenbolê di roja 24'an de berdewam kir. Malbatên girtiyan ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Esenyurtê kom bûn heta qada Esenyurtê meşiyan. 
 
Girseya ku li qadê bi malbatên din ên girtiyan re kom bû, demekê li ser bankên li derdorê rûniştin. Malbatan piştre li qadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û piştî dest bi çalakiyê kirin ji aliyê polsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan nasnameya kesên çalakî li dar xistin di GBT'ê re derbas kirin.
 
Malbata meşiyan
 
Li ser pirsa welatiyên ku xestin mijarê hîn bibin, polîs welatiyek daf da. Welatî jî ji pols re got, "Ez ji qadê derbas dibûm min evder wiha dît û min xwest bipirsim" polîs jî got, "Wê demê carekedin di vir re derbas nebe."
 
Piştî malbatan nasnameyên xwe ji polîsan girtin ber bi avahiya HDP'ê ya Esenyutê ve dest bi meşê kirin û di meşê de ji bo grevan banga hestiyariyê kirin.