Çalakgera di greva birçîbûnê de ye: Em bi hêvî ne û em ê bi ser kevin

  • 09:03 19 Gulan 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Gullî Daşçi ya ku ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye, hat diyarkirin ku xwînê vedirêşe û êşê dijî. Gullî di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re wiha got: “Em bi hêvî ne, ez bawer dikim ku em ê biserkevin. Birçîbûn me nakuje, di esasê de dema xwedî li çalakiya me neyê derketin em ê bimrin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, berdewam dike. Li girtîgehên cuda jî ji 7 hezarî zêdetir girtî di grevê de ne. Gullî Daşçi ya 2 sale di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye, bi heman daxwazê ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye.
 
‘Em mirinek bi rumet tercîh dikin’
 
Hat diyarkirin ku Gullî 5 roj berê xwîn vereşiyaye, di meşê de zehmetiyan dikşîne û êşa bedena wê zêde bûye. Gullî ya ku tansiyonê wê pir dikeve, malbata wê da zanîn ku li dijî ronahiyê jî xesas bûye. Gullî ku di rojên borî de bi telefonê bi malbatê re axivî, diyar kiriye ku ew bi moralin û bi hêvî ne. Gullî bang li gel kir û da zanîn ku bêdengî wê mirinê bîne.
 
Peyama Gulliyê wihaye:
 
“Me gelek caran got tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em her tim dibêjin. Divê tecrîd rabe, hevdîtin pêk bên. Pêşiya aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bi vî awayî dikare vebe. Siyaset xitimî ye. Em çalakgerên greva birçîbûnê wê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê berxwedanê bidomînin. Em pirsgirêkên tenduristiyê dijîn lê li şûna em jiyanek bêrumet bijîn, em mirinek bi rumet tercih dikin. Em bi moralin, bi coşin. Bi hevî ne. Em ê biserkevin. Grevên birçîbûnê ne mirine, di esasê de ger hun xwedî li çalakiya me dernekevin em ê bimrin. Ji ber vê divê gelê me xwedî li berxwedana me derkevin û berxwedanê mezin bikin. Dayikan tenê nehêlin. Em berxwedana her kesî silav dikin.”