Xizmên windayan di hefteya 442'an de aqûbeta xizmên xwe pirsîn

  • 17:09 18 Gulan 2019
  • Rojane
ELÎH - Li Elîhê xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe pirsîn û hat gotin ku hêj çalakiya wan li derve qedexe ye
 
Li Elîhê  xizmên windayan û ÎHD'ê di hefteya 442'an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmen windayan û rêveberên ÎHD'ê li salona ÎHD'ê wêneyên windayan rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin.
 
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Zeki Tanguner li ser navê malbatan daxuyanî da û wiha got: "442  hefte ye em aqûbeta windayan dipirsin. Em di hefteya windayan de ne. Lê hêj çalakiya me ya li derve qedexe ye."  Tanguner, piştre çîroka Kadrî Yilmaz e di sala 1994'an de li navçeya Liceyê hat windakirin xwend. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.