Li Gebzeyê li gel astengiya polîsan çalakiya rûniştinê pêk hat
- 16:48 18 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Dayikên girtiyan li ber Girtîgeha Gebzeyê ev 40 roj in tevî hemû astengiyên polîsan dîsa çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Malbatên ku ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dîsa li ber Girtîgeha Gebzeyê xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu û Omer Farûk Gergerlîoglû jî tevlî çalakiya dayikan bûn. Pêşiya wesayita dayikên ku ji ber avahiya HDP'ê ya Gebzeyê bi rê ket li Kolana Bexdadê hat sekinandin.
Polîsan nehişt dayik biçin li ber girtîgehê, dayik cihê ku hatin rawestandin li vir dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan bi zorê dayikan li wesayîtan siwar kirin. Parlamenter Ayşe, diyar kir ku li gel astengiyan dîsa dayikên girtiyan çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn. Dayikan, li hemberî astengiya polîsan bertek nîşan da û gotin ku hûn nikarin li hemberî dayikan bi vî rengî nêz bibin.
Dayikên girtiyan da zanîn ku dê sibêhê dîsa heman seatê dê berê xwe bidin Girtîgeha Gebezeyê û çalakiya xwe pêk bînin.