Dayikên li Şirnexê: Divê gav bên avêtin

  • 16:32 18 Gulan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Hezexa Şirnexê, dayikên girtiyan bi daxuyaniya çapemeniyê xwestin balê bikişînin ser rojiya mirinê û greva birçîbûnê, lê daxuyaniya dayikan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Dayikan di daxuyaniyê de gotin divê gavên bi lêz bên avêtin. 
 
Li Hezexa Şirnexê, dayikên girtiyan bi daxuyaniya çapemeniyê xwestin balê bikişînin ser rojiya mirinê û greva birçîbûnê, lê daxuyaniya dayikan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Dayikên ku li Şirnex, Silopî û Cîzirê hatin û li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê kom. Parlamentera HDP'a Şirnexê Nuran Îmîr û rêveberên HDP'ê û DBP’ê tevlî daxuyaniya dayikan bûn. 
 
Polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir û hatin û çûyina avahiyê asteng kir. Polîsan qedexeya 15 rojan a Walîtiya Şirnexê hincet nîşan da. Daxuyaniya dayikan li avahiyê pêk hat. Parlamenter Nuran, di daxuyaniyê de bal kişand ser dorpêça polîsan û wiha got: "Kesek li hemberî biryarên qedexeyê serî natewîne. Em natirsin. Niha bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Niha li gelek bajaran dayik di nav têkoşînê de nin. Em ê bi rûhê 18'ê Gulanê li ber xwe bidin. Berxwedêrên greva birçîbûnê pêvajoyeke dîrokî dan destpêkirin. Divê em li xwedî wan derkevin."
 
Parlamenter Nuran, bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: "Divê gavên bi lêz bên avêtin." Civîna dayikan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.