Ji bo korîdora mirovahiyê li Şengalê meş hat lidarxistin

  • 15:12 18 Gulan 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê ji ber girtina Koridora mirovahiyê ya di navbera  Şengalê û Rojava de meşek hat lidarxistin. Di meşê de artêşa Iraqê gule li ser çalakvanan barand.
 
Li Şengalê ji ber girtina Koridora mirovahiyê ya di navbera  Şengalê û Rojava de meşek hat lidarxistin. Di meşê de artêşa Iraqê gule li ser çalakvanan barand.Çalaki bi pêşengtî ya dayik û civakên Êzîdxanê we hat lidarxistin.Dayikan nerazibûna xwe nişan dan. 
 
Dayika bi navê Mircan Qasim axîvî  û weha got: " Ev  koridor bi xwîna Şehida hatiye vekirin. Ev nizê salake Artişa Iraqê  ev koridor li hemberî  me bi kar tîne.  Em nikarin biçin cihekî zarokên me nexweş in ne doktor heye em êdî wusa  qebûl nakin."
 
Her wuha dayika bi navê Hezar Mendû got: “ Me heya demekê dest bi çalakiya kir û Artişê soz ji mera da  kû koridor werê vekirin lê soza xwe bi cih neanîn û koridor nehata vekirin. Heya kû koridora mirovahiyê neyê vekirin em ê çalakiyen  xwe bidominên. Em hêvî ji kesekî ra nekirn vekirina korîdora dayina mafê me ye em mafê xwe dixwazin.” 
 
Emşê Heci jî got: “ Heya k em mafê xwe bistinîn em ê li berxwe bidin. Ev buye nêzî salekê em her di nava çalakiyê da ne. Bi hezaran  dilgirtiyeên me di destê çeteyên DAÎŞ'ê  de rizgar bûye  lê nikarin derbas bin zarokên me nexweş dibin em nikarin cihekê her çar aliyên Şengalê girtiye em nikarin biçin Musul û Başurê Kurdistanê. Em dixwazin korîdora mirovahiyê were vekirin.”