Li Edeneyê dayikên girtiyan: Bila ev zilm ji holê rabe
- 14:44 18 Gulan 2019
- Rojane
EDENE - Dayikên girtiyan ên li Edeneyê 9 roj in çalakiya rûniştinê pêk tînin. Dayikan diyar kirin ku daxwazên girtiyan divê bên qebûlkirin.
Malbatên girtiyan ên li Edeneyê ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û piştgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçîbûnê 9 rojin di nav çalakiyê de nin. Dayikên girtiyan li Parqa Îsmet Înonuyê kom dibin û li vir çalakiya rûnîştinê li dar dixin. Li gel dorpêça polîsan dayik bi israrî çalakiya xwe pêk tînin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Tulay Hatîmogullari, rêveberên HDP, HDK, TUAYDER'ê xwestin piştgiriyê bidin çalakiya dayikan lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li gel astengiya polîsan rêveber û parlamenter li parqê derneketin.
Dayika 80 salî Latîfe Aydin, bi gopalê xwe her tim tevlî çalakiyê dibe. Kurekî wê û nebiyek wê li girtîgehê di greva birçîbûnê de nin. Latîfe, destnîşan kir ku li dijî mirinan daketiye qadan û wiha got: "Girtî gav bi gavê nezê mirinê dibin. Berpirsê mirinan jî Serokkomar û Wezareta Dadê ye. Divê guh bidin daxwaz û rondikên dayikan. Bila qêrîna dayikan bibhisîn."
Necla Kocaman, îro jî bang li hikûmetê kir û wiha axivî: "Edî dem pir kêm maye. Bila ev zilm ji holê rabe. Divê hemû dayik piştgiriyê bidin dayikên girtiyan."
Çalakiya dayikên girtiyan bi dirûşma "Bijî berxwedanan zindanan" bi dawî bû.